‘Em ê destûrê nedin ku hûn me mehkûmê mirinê bikin’

  • jin
  • 16:23 29 Adar 2021
  • |
img
EDENE - Platforma Jinan a Edenê, bertek nîşanî biryara feskirina Peymana Stenbolê da û got: “Em ê destûrê nedin ku hûn me mehkûmê tundî û mirinê bikin.” 
 
Platforma Jinan a Edenê, derbarê Biryarnameya Serokkomariyê ya feskirina Peymana Stenbolê de, daxuyanî da çapemeniyê. Endamên platformê, dest pê kê li taxên Haydaroglû û Seyhan ên girêdayî Navçeya Yuregirê belavok belav kirin û dûre li ber Ocaxa Tenduristiyê ya Haydaroglû daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
Endama platformê Ayça Ozelkose, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Jiyan û mafê bi mîlyonan jin, di biryara zilamekê de nabe ku bê bi cihkirin. Nabe ku canê bi milyonan jin qûrbanê bekaya zilamekê bê kirin. Me jinan ev peyman, bi tekoşîn, bi xwîn û keda xwe qezenc kir. Hûn nikarin mafên me ji me bigirin, me mehkûmê tundî û mirinê bikin. Em ê destûrê nedin vê yekê û dev ji peymanê berndin.” 
 
Piştî axaftinê, daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan û guvend gerandinê bi dawî bû.