Wê Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Peymana Stenbolê bimeşe

  • jin
  • 09:02 31 Adar 2021
  • |
img

ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê dê di 5'ê Nîsanê de bi bernameya "Xizaniya Jinan" dakeve qadan. Her wiha dê ji bo Peymana Stenbolê jî "Meşên jinan" li dar bixe. 

 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, di 27'ê Adarê de li hev kom bûn. Di vê civîna rû bi rû de, nîqaşine derofireh hatin hatin kirin û nexşerêyek hat diyarkirin. Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Peymana Stenbolê û kampanyaya "Destpêkê Edalet" di nav de gelek mijar hatin nîqaşkirin. 
 
Di danezana encamê de ku piştî civînê hat aşkerekirin, cardin hat dubarekirin ku HDP partiyeke jina ye, bibiryar e ku dev ji Peymana Stenbolê bernede û têkoşîna ji bo jiyaneke bi hev re hat destnîşankirin. Piştî civînê nexşerêya Meclîsa Jinan a HDP'ê ya ji bo pêvajoya bê jî diyar bû. Ê Meclîs, pêngava duddoyan a "Edalet ji bo jinan" ku di çarçoveya kampanyaya "Destpêkê Edalet" de bi rê ve dibe, di 5'ê nîsanê de bi civînekê ragihîne. Wê kampanya bi sernavê "Xizaniya Jinan" bê domandin. 
 
Ê JI EGEYÊ DEST PÊ BIKE 
 
Wê xebata ewil a bernameya "Xizaniya Jinan" di 5'ê nîsanê de li Herêma Egeyê dest pê bike. Meclîsa Jinan dê hewl bide ku di çarçoveya kampanyayê de pêwendiyê bi jinan re deyne û li gor xweseriya herêman hevdîtinan çêbike. 
 
MEŞ Û MÎTÎNG 
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê li dijî biryara fesixkirina Peymana Stenbolê biryara têkoşînê girt. Wê HDP, ji bo betalkirina biryara derbarê fesixkirina peymanê de serî li Şûraya Dewletê bide. Dê di çarçoveya Peymana Stenbolê de hevdîtinan bi jinan re çêbike û dê di çalakî, mîtîng û meşan li dar bixe. 
 
Çend roj berê Meclîsa Jinan di çarçoveya kampanyaya "Destpêkê Edalet" de hevdîtin bi jinên Partiya DEVA'yê kıiribûn. Wê di vê çaçroveyê de serdana partiyên muxalif ên din jî bike. 
 
MA / Zemo Aggoz