'Çi bê serê jinan, berpirsiyarê wê serokkomar e"

  • jin
  • 09:00 1 Nîsan 2021
  • |
img

AMED - Parêzer Hatîce Demîr, diyar kir ku biryara fesixkirina Peymana Stenbolê di warê hiqûqî de bêhikm e û got: "Çi bê serê jinan, berpirsiyar ev biryarname û serokkomar e." 

Bi biryarnameya serokomartiyê Tirkiye dev ji Peymana Stenbolê berda. Piştî vê jinan diyar kir ku vê biryarê nas nakin û li kuçeyan çalakiyên xwe yên li dijî vê biryarê didomînin. 
 
Ji Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Parêzer Hatîce Demîr, diyar kir ku biryara navbirî biryareke bêhikm e û çi bê serê jinan ê berpirsiyar serokkomar be. 
 
Demîr, bibîr xist ku Tirkiyeyê bêyî ku dudilî bibe îmze danîbû bin peymanê û yekem îmzevanê peymanê bûye. Demîr, bibîr xist ku gava peyman ketibû rojeva meclîsê, hemû pratî li hev kiribûn û got: "Ji lew re tenê armanceke vê peymanê heye; têkoşîna li dijî tahdeya li jinê tê kirin. Mudaxilekirina çavkaniya tahdeyê ye. Hilberandina polîtîkayên guherandin û veguherandina civakê ye." 
 
PÊŞÎ LI BER BÊCEZATIYÊ DIGIRE 
 
Demîr, destnîşan kir ku Peymana Stenbolê ji çar xalên sereke pêk tê û got: "Yek; dibêje divê dewlet pêşî li ber hemû tahdeyên li jinan tên kirin bigire. Dudo; heger tahde û gefxwarin hebe, divê ev tahde ji holê bê rakirin û tevdîr bên girtin. Sisê; divê kiryar bê cezakirin û pêşî li ber polîtîkayên bêcezatiyê digire. Çar; pêkanîna mekanîzmayekê diparêze, mekanîzemaya alîkariya mexdûr." 
 
Demîr, anî ziman ku bi taybetî ev salek e hin derdor êrîşê dibin ser peymanê û got: "Cemaet û komên oldar ên tund ku li derdora AKP'ê bi cih bûne, ji bo Peymana Stenbolê îdia dikin ku 'pergala malbatê xera dike'.  Lê belê ligel vê rojeva jinan jî ew e ku dê dev ji vê desteftiyê bernedin. Tê derpêşkirin peymana li dijî orf, edet û çandê ye û li gor vê fesix dikin. Ev nayê qebûlkirin." 
 
BERPIRSIYAR
 
Demîr, destnîşan kir ku li gor Qanûna Bingehîn Peymana Stenbolê peymaneke ku di ser qanûna hiqûqê navxweyî re ye û got: "Qanûnên heyî yên li Tirkiyeyê di warê parastina jinê de qels in. Lê serokkomar şev nîvê şveê radibe biryarnameyekê parve dike û peymanê fesix dike. Ev biryarname di warê hiqûqî de bêhikm e. Ji lew re erkeke serokkomar tune ye ku derbarê maf û azadiyên bingehîn de hin sererastkirinan bike. Ev erka Meclîsê ye." 
 
ÊRÎŞ ZÊDE BÛN
 
Demîr, bilêv kir ku peyman ji bo jinan belgeyeke mafên mirovan e û got: "Wekhevia jin û mêran esas digire. Lewma divê em dev ji vê destkeftiya xwe bernedin. Ji ber vê me tevî hemû baroyên Tirkiyeyê serî li Şûraya Dewletê da, ji bo betalkirina vê biryarê." 
 
Demîr, diyar kir ku jin li dijî vê biryarê têdikoşin û got: "Hema bibêje li Tirkiyeyê 43 milyon jin hene. Lê mêrek radibe biryarekê digire. Ev biryara, mêrên potansiyela wan a tahdekirinê heye, bi zirav kir. Êdî tu xem û berpirsiyariyeke koalîsyona AKP-MHP'ê nema di warê parastina jinan de. Feraset û têgihaneke wisa çêbû; 'Ê dewlet wekî berê bi berpirsiyarî tevnegere.' Bi vê re êrîş zêde bûn. Em dibînin ku bê ji bo jinan bûye cihê talûkeyeke çawa. Lê çi bê serê jinan berpirsiyar ev biryarname û serokkomar e. Em bi vê ferasetê tevdigerin û dixwazin ev biryar bê betalkirin."