Ne ji bo yên tahdeyê dikin, ji bo yên tahde li wan tê kirin tê bikaranîn

  • jin
  • 09:00 1 Nîsan 2021
  • |
img

STENBOL - Kelemçeya elektronîk ku di çaçroveya qanûna jimare 6284'an de pêk tê, di demên dawî de veguheriye amûreke cezakirinê li hemberî jinên û muxalifan. Parêzer Eylem Arzû Kayaoglû, pêkanîna ku wekî pêkanîneke "texilandin û jêvegerandinê" hat ragihandin, niha veguheriye amûreke tahdeyê. 

Wezareta Dadê, Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Malbat, Xebat û Xizmeta Civakî, di 8'ê Adarê de ji bo pêşîlêgirtina tahdeyê protokola derbarê kelemçeya elektronîk de îmze kiribûn. Biryara derbarê vê protokol de ku di 8'ê Adara 2015'an de hatiye îmzekirin, di çaçroveya qanûna jimare 6284'an (Qanûna Derbarê Parastina Malbatê û Pêşîlêgirtina Tahdeya Li Jinê Tê Kirin) de hatibû girtin. Ji bo jin ji tahdeyê bên parastin, di sala 2019'an de 15 bajar wekî pîlot hatibûn hilbijartin. Lê belê di sala 2020'an de bi giştînameyeke di çaçroveya qanûna 6284'an de li 81 bajaran bi awayekî çalak hat pêkanîn. 
 
Ji sala 2015'an heya sala 2020'î li gor daneyên bi dest ketine, 2 hezar û 254 jin hatine kuştin. Lê belê tenê di 201 bûyerê de kelemçeya elektronîk hatibûn bikaranîn. Wekî hincet jî "maliyetek zêde" hatibû nîşandan. 
 
Kelemçeya elektronîk ji dêvla ku ji bo pêşî li tahde û cinayetan bê girtin li nigên mêrên kiryar bihatana xistin, li nigên jinên ji bo maf û azadiyê têdikoşin tê xistin. Li gor daneyan, di mehekê de 40 kelemçeyêne lektronîk bi vî awayî hatine bikaranîn. 
 
Hevseroka Komelea Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê Parêzer Elem Arzû Kayaoglû, pêkanîna heyî nirxand. 
 
MIZGÎN!
 
Kayaoglû, bibîr xist ku 6 sal berê kelemçeya elektronîk bi armanca pêşîlêgirtina tahdeyê wekî "mizgînekê" hatibû lansekirin, lê belê niha piştî biryara fesixkirina Peymana Stenbolê bi awayekî bêhiqûqî li nigê muxalifan tê xistin. Kayaoglû got: "Hin çalakiyên ku li gor Qanûna Bingehîn û pemanên navneteweî ne sûc in, li gor polîtîkayên îqtidarê tên qedexekirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Kelemçeyên elektronîk ên di destên xwe de hemû li nigên xwendekaran, li nigên jinên li dijî tahde û cihêkariê têdikoşin, li nigên kesên stranan dibêjin, sirûdan dibêjin, dirûşmean berz dikin û belavokan belav dikin xistin. Îqtidar biryarên Qanûna Bingehîn, peymanên navneteweyî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Qanûna BIngehîn (AYM) ên li hesabê wê nayên pêk nayne. Li dijî vê têkoşîneke di warê hiqûqê de divê." 
 
MUXALIF TÊN KELEMÇEKIRIN 
 
Kayaoglû, destnîşan kir ku kesên muxalif hedef tên girtin û got: "Ji dêvla konsolîdekirina alîgirên xwe û domandina îqtidara xwe, pêşî divê guh li mafên mirovan bê kirin." 
 
Kayaoglû, anî ziman ku kelemçeya elektronîk divê li dijî tahdeya li jinan û zarokan tê kirin û li gor armanca xwe bi awayekî çalak bê bikaranîn. 
 
JIN HEDEF TÊN GIRTIN 
 
Kayaoglû, anî ziman ku di warê tevdîrgirtinê de kelemçeya elektronîk tenê qîm nake û divê dev ji bilêvkirina cihêkar û dijminane bê berdan. Kayaoglû got: "Di demên dawî de ji çalakiyên xwendekaran bigire heya fealiyetên partiyên siyasî yên muxalif jin li kuçeyan e. Ev jî nîşan dide ku herî zêde jin bi hikmên kontrola edlî re rû bi rû dimînin. Jinên ku bedêlên giran dane û daketine kuçeyan û niha rê li ber siyasetê dixin, bûne hedefa îqtidarê. Ji ber vê hepsî malan tên kirin. Ev yek naê qebûlkirin. Wekî heya niha, dê ji niha û pê ve jî jin bitêkoşin û mafên xwe bi dest bixin. Ji lew re heq nayê dayîn, tê stendin."