Biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê betal bikin

  • jin
  • 16:03 4 Nîsan 2021
  • |
img
AMED - Komîsyona Jinan a Şax PSAKD'ê ya Amedê, feshkirina Peymana Stenbolê şermezar kirin û xwest biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê bê betalkirin.
 
Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal (PSAKD) a Amedê, derbarê feskirina Peymana Stenbolê ya ji aliyê Serokkamarê Tirkiyeyê ve hat  kirin de, civîna çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî li avahiya komeleyê pêk hat. Endama Komîsyonê Sergul Akcan Pîlatîn di civînê de axivî. 
 
Pîlatîn, diyar kir ku feshkirina Peymana Stenbolê pêşiya qetilkirin û tundiya li ser jinan vekiriye û got: “Em dibînin ku ji ber zagonên ku nayê sepandin her roj herî kêm jinek ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Ji xeynî vê jin di her qadên civakê de bi polîtîkayên newekhev û dabeşkirinê re rûbirû tên. Gotinên desthilatdarê ku wek dijminatiya jinê dike her roj vê rastiyê zêdetir dixe berçav. Jin di hundirê malên xwe de, di karê de di dibistanan de rastî destdirêjiyê tên lê ji ber ku kiryar tên parastin û ji ber tunebûna mekanîzmayên parastinê jin bi bêdengbûnê re neçar tên hiştin. Bi vî awayî jin tên sûcdarkirin û rastî êrîşan tên.”
 
Sergul Akcan Pîlatîn, anî ziman ku desthîldatdar dewsa parastina jinê jiyana jinan dixe ber xetereyê. Sergul, got: “Peymana Stenbolê ku di aliyê zagonê de ji bo jinan rolek girîng digirt bi feshkkirinê newekhêviya li ser civakê xwe kûrtir kir. Em bang dikin ku desthilatdar bila ji vê şaştiyê vegere. Şûna feshkirina Peymana Stenbolê divê ev peyman bê pêkanîn. Heta ku daxwaza jinan neyê cih dê di her qadên jiyanê de ji bo jinan jiyanek bi xeternak pêk bê. Jin ji maf û daxwaza azadiya xwe paş gav navêjin.”