Ji TJA’yê berteka binçavkirinan: Em ê dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedin

  • jin
  • 15:24 5 Nîsan 2021
  • |
img
AMED – TJA’yê bertek nîşanî operasyona li dijî Komeleya Jinan a Rosayê û binçavkirina jinan da û ev daxuyanî da: “Bi van binçavkirinan tê xwestin ku vîna jinan û têkoşîna wan bê kelemçekirin. Em ê li her derî têbikoşin.”
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), bi armanca şermezarkirina serdegirtina Komeleya Jinan a Rosayê û binçavkirina gelek jinan li Avahiya HDP’ê ya Yenîşehîrê daxuyaniyek dan. Aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Jinan a HDP’ê û Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) û Alîkara Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalistên Bindest (ESP) Beycan Taşkiran tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
‘DESTHILAT JI JINAN DITIRSE’
 
Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel axivî û diyar kir ku desthilat ji têkoşînan jinan ditirse û wiha got: “Îro desthilat kesên ku qirkirina jinan pêk tînin ber dide û kesên li dijî tundiya li ser jinan dertên hedef nîşan dide û binçav dike. Tiştan desthilat jê ditirse têkoşîna jinan e. Belê we salên borî jî jinan binçav kirin. Lê her jina ku derket têkoşîna xwe domand. Hûn çiqas êriş dikin bikin wê jin dawî li pêkanînên we yên antî demokratîk bînin. Em ê bi gotinan parastina herî mezin rêxistibûna me ye têkoşîna xwe ya li qadê bidomînin.”
 
‘TÊKOŞÎNA JINAN KELEMÇE KIRIN’
 
Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Rezan Sumeyye Kîrîcî jî destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên dijminê jinan bi her awayî êriş dikin û wiha got: “Tişta ku bi binçavkirinan tê xwestin bê kirin kelemçekirina vîn û têkoşîna jinan e. Em têkoşîneke dewletê ya li dijî tundiya zilam nabînin. Bi daraza ku serxwebûna xwe winda kiriye û weke dar tê bikaranîn tê xwestin jinên têkoşer bên tepisandin. Weke jin me tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedaye û em dev jê bernedin. Em li her derî timik têbikoşin.”