3 jinên bi sedema 8’ê Adarê ji kar hatin avêtin serî li dadgehê didin

  • jin
  • 10:13 6 Nîsan 2021
  • |
img
MÊRSÎN - 3 jinên li Mêrsînê ji ber tevli Meşa Şevê ya Femînîst a 8’ê Adarê bûne, ji aliyê Şaredariya Akdenîzê ya AKP'yî bi hêceta “Kod 29” ji kar hatin avêtin. Jinan anîn ziman ku wê têkoşîna hiqûqî bidin destpêkirin. 
 
Di pêvajoya pandemiyê de her çiqas ji kar avêtin hatibin qedexekirin jî hejmara karkerên ku ji “Kod 29” a ji derveyî qanûnê hatiye hiştin tên avêtin jî her ku diçe zêde dibin. Peymanên karkeran bi hêceta “Rewşên derveyî exlak û rêgezên niyeta baş” tên betalkirin. Karkerên ku li gorî vê xalê ji kar tên avêtin nikarin tazminata qidem û îxbarê bigirin û ji diravdayînê jî nikarin sûdê bigirin.
 
Fatma Kiliç, Şukran Tamîr û Berîvan Akin ên ku di Şaredariya Akdenîzê ya AKP’yî de dixebitîn, ji ber tevli Meşa Şevê ya Femînîst a 8’ê Adarê bûne, ji aliyê Şaredariya Akdenîzê ve di 31’ê adarê de bi hêceta “Kod 29” ji kar hatin avêtin. Jinan diyar kir ku li gel qedexeya ji kar avêtinê bi awayekî bê hiqûqî ji kar hatine avêtin û bi hêceta “Rewşên derveyî exlak û rêgezên niyeta baş” a di “Kod-29’ê” de cih digire ne tişteke rast e. Jinan anîn ziman ku wê li dijî vê bêedaletiyê serî li dadgehê bidin.
 
MA / Esra Solîn Dal