Aktîvîsta TJA’yê: Bi darazê dê nikaribin me bêdeng bikin

  • jin
  • 10:04 7 Nîsan 2021
  • |
img
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Zeynep Topçû, êriş û zextên li dijî aktîvîstên jin û saziyên jinan ên li herêmê weke “Dixwazin hebûna jinan û Kurdan qedexe bikin” nirxand û wiha got: “Bi darê darazê wê tu carî nikaribin me bêdeng bikin.”
 
Sazî û destkeftiyên jinan ev demek dirêje di hedema desthilatdriyê de ye. Herî dawî di 5’ê Nîsanê de, Serdozgeriya Komarê ya Amedê, derbarê Komeleya Jinan a Rosa de, dest bi lêpirsînê kirin. Polîsan di çarçoveya lêpirsînê de, bi ser komeleyê û gelek navnîşanên jinan de girtin, ji sazî û dezgehên cuda 22 jin binçav kirin. Bertekên li dijî serdegirtin û binçavkirinên jinan dewam dikin. 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zeynep Topçû, zext û êrişên li ser aktivîst û saziyên jinan nirxand û diyar kir ku ewê li her qadê têkoşîna xwe bilind bikin.
 
BERXWEDAN WAN DITIRSINÊ
 
Topçû, diyar kir ku êrişên li dijî jinan ne nû ne û wiha axivî: “Bi taybetî êrişên li dijî TJA’yê her roja diçe zêdetir dibin. Desthilatdarî, 40 salin ji têkoşîn û rêxistinbûyîna me ya jinan ditirse. Ji bo ku hinek din li ser desthilatdariyê bimîne, zextê li destkeftiyên jinan û têkoşîna jinan a rêxistinbûyî dikin. Polîtîkayên tirsê li dijî her jinekê pêş dixin. Di çarçoveya vê polîtîkayê de jî, hewl dide êrişî civakê bike. Lê tu bandoreke van êriş û zextan tuneye. TJA felsefe û paradigmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan esas digire. Ji ber vê yekê ji rêxistinbûyîna jinan ditirsin. Ew dixwazin jinan hepsî malê bikin û jina makbûl ava bikin. Lê em li dijî vê profîla dixwazin bidin, avakirinê." 
 
LI GORÎ DESTHILATDARÎYÊ PÊNASEYA SÛC 
 
Topçû, bertek nîşanî îdiaya “Di bin banê rêxistina fermî de, xebatên jinan bi rêve birin, hevdîtinên rêxistinî kirin, civîn û meş lidarxistin” a Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û ev îdîa wiha şirove kir: “Li gorî desthilatdariyê têgîne sûc heye. Kesên li dijî wî hemûyan sûcdar dibîne û polîtîkayên dijminantiyê dixe dewrê. Ji ber vê hebûna jinan û saziyên jinan qedexe dike. Saziyên jinan weke sûc dikin, lanseyî civakê dike. Kurd û saziyên jinan qedexe dike. Îro li Amedê hemû çalakiyên jinan weke ku ‘propagandeya rêxistinê’ û ‘xizmeta rêxistinê dike’ lanse dike. Çalakiyên şermezarkirina kuştina jinekê jî, weke propagandeya rêxistinê didin nîşandan û wisan nêz dibin. Îro TJA’ê dadirizînin. TJA weke rêxistinek sûc nîşan didin. Lê hemû xebatên TJA’yê li holê ne. Armanca me ewe ku em li dijî tundiyê têkoşînek hevpar bi rêve bibin. Em dixwazin tacîz, tecawîz û kuştinên jinan ji holê rabin.”
 
MA TÊKOŞÎN ÇI DEMÊ BÛYE SÛC? 
 
Topçû, da zanîn ku li dijî tacîz, tecawîz û qirkirina jinan dengê xwe derxistin ne sûce û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Gelo têkoşîna li dijî tundiyê çi demê bûye sûc? Ma têkoşîna jinan a ku bêje ‘ez heme’ çi demê bûye sûc. Yên ku vî sûcî dikin, nayin cezakirin, lê yên li dijî van sûcan derdikevin tên cezakirin, binçavkirin û girtin. Ev qirkirinek siyasî ye. Li welat tabloyeke ‘qirkirina jinê’ heye. Di şevekê de ji Peymana Stenbolê vekişiyan. Qetilkirinên jinan pir zêde ne. Em ê li dijî van hemûyan têkoşîna xwe dewam bikin. Emê tu carî dev ji destkeftiyên xwe bernedin. Têkoşîna me bi hezaran sal in dewam dike. Bi darê darazê wê tu carî nikaribin me bêdeng bikin. Em ê li her qadê têkoşîna xwe bilind bikin.” 
 
MA / Eylem Akdag