Jin wê li Amedê ji bo Peymana Stenbolê bimeşin

  • jin
  • 14:42 7 Nîsan 2021
  • |
img
AMED - Jin wê bi dirûşmeya “Me li kolanan Peymana Stenbolê qezenc kir, em ê li kolanan biparêzin” meşeke girseyî li dar bixin.
  
Bertekên li dijî vekişandina ji Peymana Stenbolê dewam dikin. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê roja Şemiyê li Amedê meşeke girseyî li dar bixin. Meş wê bi dirûşmeya “Me li kolanan Peymana Stenbolê qezenc kir, emê  li kolanan biparêzin” bê lidarxitin.
 
Meş wê li Xaçerêya Dunya ya li ser rêya 75’emîn a Bulvara Mahabad a girêdayî Navçeya Peyasê, saet 13.00’an roja Şemiyê 10’ê Nîsanê bê lidarxistin. Agahiyên derbarê meşê de, wê dûre bi raya giştî re bên parvekirin.