Hevşaredara Qersê Alaca: Em çavşikestî nebûn, em ê bi ser bikevin

  • jin
  • 09:00 8 Nîsan 2021
  • |
img

QERS - Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ku hat berdan, destnîşan kir ku di şexsê wê de hevserokatî hatiye darizandin û got: "Em çavşikestî nebûn, hêviya me ya ji bo serketinê zeximtir bû." 

Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ku di 8'ê Cotmeha 2020'î de qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin û hatibû girtin, duh hat berdan. Her wiha dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 10 meh û 15 roj ceza jî li lê birî.
 
Alaca, derbarê pêvajoya girtinê û girtîgehê de axivî.
 
Alaca, diyar kir ku di pêvajoyeke pir zehmet de Şaredariya Qersê bi dest xistine û piştî dest bi kar kirine, heya ji destê wan hatiye daxwazên gel pêk anîne. Alaca, destnîşan kir ku lê belê di dema xebatan de bi qeyûm şaredarî hatiye "xespkirin". Alaca, anî ziman ku şaredarîvaniyeke baş kirine û xebatên xwe di çarçoveyeke demokratîk de kirine. 
 
LI GIRTÎGEHÊ BI COVÎD-19'Ê KET 
 
Alaca, anî ziman ku piştî hatiye girtin bi hinceta şewba Covîd-19'ê bi qasî du mehan hatiye karantînakirin û li girtîgehê bi şewbê ketiye. Alaca, bilêv kir ku nehatiye tedawîkirin û girtîgeh di warê şewbê de deverine pir xetere ne. Alaca, diyar kir ku gardiyan tên nav girtiyan û got: "Girtiyên nexweş hene, lê wan nabin nexweşxaneyê. Pêvajoya karantînayê ya piştî çûna nexweşxaneyê, pêvajoyeke pir zehmet e." 
 
‘HEVSEROKATÎ HAT DARIZANDIN' 
 
Alaca, bal kişand ser îdianameya derbarê wê de jî. Alaca, destnîşan kir ku tu hêleke hiqûqî ya îdiayên tên kirin tune ye. Alaca, bilêv kir ku govendgerandin û çalakiyên derbarê 8'ê Adaraê Roja Jinan a Cîhanê de sûc hatine hesibandin û got: "Hiqûq hebûna, ê îdianameyeke wiha nehatana qebûlkirin. Em di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî partiya me de hatin girtin. A ku hatiye darizandin hevserokatî ye. Min di danişînê de anî ziman. Pergala hevserokatiyê, pêkanînek e ku di qanûna partiyên siyasî de ye. Awayekî rêvebirinê ye ku divê di rêziknameya hemû partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl de hebe. Tirkiyeyê xwe bi esasgirtina mafê bijartinê yê jinê dipesinîne, lê radibe temsîliyeta jinê li dadgehan didarizîne. Ev nakokî ye." 
 
‘EM ÇAVŞIKESTÎ NEBÛN, EM Ê BI SER BIKEVIN' 
 
Alaca, destnîşan kir ku qeyûm xebatên wan hemûyan ji holê rakiriye û herî pêşî jî êrîş biriye ser xebatên derbarê jinan de. Alaca got: "Ev xebat, destkeftiyên gelê Qersê bûn. Gel pir baş dizane. Gelî xebatên me texdîr dike. Bi salan e bû Şaredariya Qersê ji bo jinan tiştek nekiribû. Navê Mor Cafeyê kirine Tûrkûaz, lê belê dê ev rastiyê neguherîne." 
 
Alaca di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi girtinê çavşikestî nebûne, berevajî vê hêviya wan a ji bo serketinê zeximtir bûye. 
 
MA / Dîndar Karataş