Parêzer: Ji ber ku tevlî çalakiya peymanê bûn, nabe ku bên der sînorkirin

  • jin
  • 09:39 8 Nîsan 2021
  • |
img

ÎZMÎR - Parêzera penaberên Îranî yên tevlî çalakiya li dijî feskirina Peymana Stenbolê bûn û derbarê wan de biryara der sînorkirinê hat dayîn Hayriye Bûse Bergamali, diyar kir ku ev biryar ne qanûniye û got, ew ê îtîraz bikin.

Di rojên derbasbûyî de, bi hinceta “pergala çemawerî xirab kirine” derbarê penaberên Îranî Esmaeîl Fattahî, Leîlî Farajî, Zeînab Sahafî û Mohammad Pourakbarî Kermanî yên tevlî çalakiya li dijî feskirina Peymana Stenbolê bûn de, biryara der sînorkirinê hatibû dayîn. Penaber li Navenda Paşve Şandinê ya Îdarî ya Panaberan a Aydinê tên girtin. Parastina penaberan jî di 61’emîn madeya Peymana Stenbolê de cih digire.  
 
Parêzara penaberan Hayriye Bûse Bergamali, derbarê çawaniya hiqûqî ya têkildarî biryara der sînor kirinê û parastina penaberan a di Peymana Stenbolê cih digire de axivî. Hevberdevka Komîsyona Panaberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulsum Agaoglû jî, têkildaî biyara dersînorkirina penaberan de, nirxandin kir. 
 
Parêzer Hayriya Buse Bergamali, diyar kir ku ew ê derbarê biryara der sînorkirina penaberan de îtîraz bikin û wiha got: “Bi hincetên vale dixwazin penaberan der sînor bikin, lê di Qanûna Bingehîn de jî, mafê wan ên beşdarî meş û çalakiyên civakî bibin heye. Em bi telefonê hevdîtin bi penaberan kir. Rewşa tenduristiya wan başe. Lê gelek bi fikarin û li benda piştgiriya raya giştî ne. Her 4 penaber jî ji ber sedemên siyasî xwe sipartine Tirkiyeyê. Ev kes di çarçoveya peymana navneteweyî, qanûna bingehîn û yasayan de, hatine qebûlkirin. Qedexeya ku ev kes paş ve bên şandin. Çawan ku wan bişînin Îranê, wê rastî îşkence û mûameleyên xirab bên. Her 4 penaber jî di vê fikarê de ne. Ji bo ku ev penaber paşve neyin şandin çi ji destê me bê emê bikin.”
 
PENABERAN JÎ DIPARÊZE
 
Hevberdevka Komîsyona Penaberan a HDP’ê Gulsum Agaoglû jî, bal kişand ser Peymana Stenbolê û wiha got: “Di vê peymanê de parastina penaberan jî heye. Dewletê cardin daxwaza xwe ya avakirina jina ‘maqûl’ û ‘meqbûl’ li ser penaberan jî nîşan da. Ev helwesta li dijî penaberan, tê wateya birîna dengê wan.” 
 
'EM LI GEL PENABERANE’
 
Agaoglû, da zanîn ku ger penaber paşve bên şandin, wê jiyana bikeve metirsiyeke mezin û wiha got: “Ev penaber ji ber pirsgirêkên siyasî yên li welat koçî Tirkiyeyê kirine. Lê niha bi hincet vale Tirkiye dixwaze wan der sînor bike. Ji bo ku paşve neyin şandin, çi ji destê me bê emê bikin. Di her şert û mercî de em li gel penaberane. Penabertî, mafê herî bingehîn ê mirovane. Ji bo hemwelatiya wekhev em ê heya dawiyê têkoşîn bidin.”
 
MA / Semra Turan