Endamên Partiya Çepgir: Em biryarnameya yek zilamî qebûl nakin

  • jin
  • 14:43 9 Nîsan 2021
  • |
img
ANTALYA – Endamên Partiyên Çepgir, gotin ku ew biryarnameya pergala yek zilamî qebûl nakin û dê dev ji Peymana Stenbolê bernedin. 
 
Rêxistina Partiya Çepgir a Antalyayê, bi daxuyaniyekê vekişandina Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê şermezar kirin. Rêvebera Rêxistina Partiya Çepgir a Antalyayê Fatma Kayaoglû, di daxuyaniya ku li ber Peykerê Attalos hat dayîn de axivî û diyar kir ku wê dev ji Peymana Stenbolê bernedin û wiha got: “Li dijî desthilata îslamî û paşverû ku hewl dide mafên me xesp bike, em ê qet dev ji maf, jiyan û têkoşîna xwe bernedin. Em biryarnameya pergala yek zilamî qebûl nakin.”