3 kes ji ber kuştina Berrîn Dalyanoglû hatin binçavkirin

  • jin
  • 11:29 10 Nîsan 2021
  • |
img
MÊRSÎN - 3 kes têkildarî kuştina Berrîn Dalyanoglu Keskîn a li Sîlîfkê cenazeyê wê di bîrekê de hatibû dîtin, hatin binçavkrin. 
 
Li navçeya Sîlîfkê ya Mêrsînê, Berrîn Dalyanoglû Keskîn a ku 10 rojbûn agahî jê nedihat girtin, cenazeyê wê duh di bîrekê de hatibû dîtin. Têkildarî Keskîn a 56 salî, 3 kes hatin binçavkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê bûyerê hatibû destpêkirin de, kesên herî dawî Keskîn bi wan re hevdîtin kiribûn hatin tespîtkirin. Hat diyarkirin ku Keskîn herî dawî bi telefonê hevdîtin bi jina bi navê E.Î. re kiriye. 
 
3 BINÇAV KIRIN
 
E.Î û hevjînê wê A.Î. têkildarî bûyerê hatin binçavkirin. E.Î. di îfadeya xwe li qereqolê de, îtîraf kir ku wê Keskîn kuştiye. Di çarçoveya îfadeyên E.Î. de, cîranê wê A.E. yê ku hat diyarkirin ku tevlî karê cînayetê bûye jî hat binçavkirin.