Jina penaber a li GGM’ê tê girtin: Her roj întihar çêdibin

  • jin
  • 13:46 11 Nîsan 2021
  • |
img
AYDIN – Ji penaberên îranî ku ji ber li dijî vekişandina ji Peymanê Stenbolê derketibûn derbarê wan de biryara drsînorkirinê hatibû dayîn û li GGM’a Aydinê tê girtin Esmaeîl Fattahî, diyar kir ku her roj li navendê mirov întihar dikin û bi zorê belgenameyan bi wan didin îmzekirin. 
 
Ji ber ku li dijî vekişandina Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê derketibûn û tevlî çalakiya ji bo vê bûbûn, penaberên îranî yen bi navê Esmaeîl Fattahî, Leîlî Farajî, Zeînab Sahafî û Mohammad Poûrakbarî Kermanî hatin binçavkirin. Piştre derbarê wan de biryara dersÎnorkirinê hat dayîn û li Navenda Paşde Verandinê (GGM) ya Aydinê hatin bicihkirin. 
 
HEKE ME BIŞÎNIN ÎRANÊ… 
 
Ji penaberan Esmaeîl Fattahî xwe gihand Ajansa me û serboriya xwe vegot. Fattahî, diyar kir ku ji ber muxalîfbûna xwe li Îranê hatiye girtin û ji ber vê hatiye Tirkiyeyê û ji bo ku derbasî Ewropayê bibe serlêdanên pêwîst kiriye û Avûstralya dosyaya wê qebûl kiriye, ji ber pandemiyê derbas nebûye. Fattahî, sedema binçavkirina xwe bi bîr xist û ev tişt got: “Heke Tirkiye me binçav bike wê xetereya jiyana çêbibe. Ji 6’ê nîsanê ve em li vir in. Piranî ji Afganistan û Pakistanê nêzî 100 penaber hene. Her roj bûyerên întîhar çêdibin. Xwe ji derencê davêjin, dixwazin xwe darve bikin û yên ku xesar didin canê xwe jî hene. Lewre li ser penaberan zexteke derûnî û fizîkî heye. Karmend hewl didin belgenameyên paşde şandinê bi me bidin îmzekirin.”
 
Li aliyê din parêzer Hayriye Bûse Bergamali,li dijî biryara paşde şandinê ya Miduriyeta Îdareya Koçê ya Bajar a Denîzliyê serî li Dadgeha Îdarê ya Denîzliyê da.
 
MA / Sevda Aydin