Suyuncu ya bi tundiya sîstematîk re rûbirû maye beriya bimire serî li qereqolê daye

  • jin
  • 09:20 13 Nîsan 2021
  • |
img
SÊRT - Derket holê ku Saynûr Suyuncu ku jiyana xwe dest da bi tundiya sîstematîk re rûbirû maye û çûye qereqolê giliyê tiyê xwe S. û R. Suyuncu kiriye. 
 
Saynûr Suyuncu (27) li gundê Kelhoka girêdayî navçeya Hawêla Sêrtê di 10’ê nîsanê de birîndar hatibû dîtin. Suyuncu ya ku şewitandî hatibû dîtin û bi awayek giran rakiribûn Nexweşxaneya Fakulteya Amedê li gel hewldanên bijîşkan jî jiyana xwe ji dest dabû û duh li Sêrtê hatibû veşartin. 
 
Cenazeyê Suyuncu li Goristana Zevyê ya li navenda Sêrtê hat veşartin û hevjînê wê H. Suyuncu û malbata xwe beşdarî merasîma cenaze nebûn. 
 
GILIYÊ TUNDIYA TIYÊN XWE KIRIYE 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Hawêl de ku daye destpêkirin hat zanîn ku tiyê Suyuncu tundiyê lê kirine û ji ber vê tundiyê ew jî çûye Fermandariya Cendirmeyan a Hawêlê û giliyê tiyên xwe kiriye. Çar zarokên Suyuncu hene û ya/yê herî biçûk 7 mehî ye. Saynûr Suyuncu ji ber ew bi tundiya tiyên xwe S. û R. Suyuncu re rûbirû maye di 3’yê hezîrana 2020’an de li qereqolê giliyê wan kiriye û nehat zanîn ku ka derbarê gilîkirinê de tiştek hatiye kirin an nehatiye kirin. 
 
Hat destnîşankirin ku Suyuncu her tim bi tundiyê re rûbirû dima. 
 
7 MEH LI MALA BAVÊ XWE DIMÎNE 
 
Li gorî ku xizmên wê agahî dan; Suyuncu ji ber derbê li serê wê ketine car carna hişê wê diçû. Suyuncu ji ber tundiya sîstematîk lê dihat kirin û nexweş ket birayê wê bir cem mala bavê xwe. 7 meh li mala bavê xwe maye û malbatê tedawiya wê kiriye. Piştî birayê wê ku piştevaniya wê dikir ji gund vediqete, hevjînê wê tê dibe malê. 
 
JI BER TUNDIYÊ XWE ŞEWITANDIYE 
 
Li malê tundiya li ser Suyuncu berdewam dike. Di 10’ê nîsanê de li malê bi awayek ku benzînî li xwe kiriye şewitandî hat dîtin. Kurê wê 8 salî û hevjînê wê bi birîndariyek xedar wê radikin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê. Piştî mudaxileya li vir sewqî Beşa Şewatê ya Fakulteya Amedê dikin û Suyuncu tevî hewldanên tibî jî jiyana xwe ji dest da. 
 
MA / Fethî Balaman