‘Em ê pirsgirêkên xwe bi têkoşîna hevpar çareser bikin’

  • jin
  • 09:34 15 Nîsan 2021
  • |
img

WAN - Seroka nû ya Komeleya Jinan a Starê Prz. Dîlan Kunt Ayan, diyar kir ku ew ê bi meclîsên ji rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên bajêr hatine avakirin re, têkoşînek hevpar bi rêve bibin û got: “Em hedef dikin ku hemû jinan li hev kom bikin.” 

 
Komeleya Jinan a Starê ya di Adara 2020’an de, li Wanê li dijî qetilkirin û tundiya li ser jinan hatibû avakirin, di 7’ê Nîsanê de 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist û rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Di kongreya ku Parêzer Dîlan Kunt Ayan ji bo serokatiya komeleyê hat hilbijartin de, feskirina Peymana Stenbolê, tundiya li dijî jinan, pirsgirêkên jinan ên li bajêr dijîn û gelek mijarên cuda hatin nîşaqkirin.
 
Seroka Komelyê Prz. Dîlan Kunt Ayan, derbarê nexşerê, armanc û hedefên xwe yên ku di pêvajoya pêş de, bi rêve bibin de ji ajansa me re axivî. 
 
ROJEVA WAN A EWIL LI DIJÎ TUNDIYÊ YE 
 
Prz. Kunt, diyar kir ku mîna gelek bajaran li Wanê jî, tundiya li ser jinan zêdeye û wiha axivî: “Di heman demê de mirinên jinan ên bi guman li vê derê pir tên jiyîn. Di civîna me ya ku piştî kongreyê hat lidarxistin de, herî zêde tundiya li dijî jinan derket pêş. Bêyî ku em cihêkariyê bikin, em ê di warî derûnî û hiqûqî de, piştgiriyê bidin jinên rastî tundiyê tên. Berê jî endamên me ev xebata xwe bi rêve dibirin. Em dixwazin vê xebatê mezintir bikin.”
 
Kunt, bal kişand ser mirinên jina ên biguman û wiha got: “Têkildarî vê mijarê, berê jî em bi nûnerên rêxistinên jinan û jinên partiyên siyasî re li hev civiyan. Em ê bi xebatek hevpar, ji tundiyê bêjin êdî bese. Piştî feskirina Peymana Stenbolê, meclîsên ku endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Pêşerojê, Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) û komeleyan tê de cihê digirin, wê li dijî tundiyê têkoşîna xwe mezin bikin.” 
 
DIVÊ STARGEHÊN MAN BÊN ZÊDE KIRIN
 
Kunt, da zanîn ku yek ji rojevên wan ên sereke malên stargehên jinane û wiha pê de çû: “Li bajêr niha tenê maleke stargehê ya jinan heye. Ew jî girêdayî Navenda Şopandin û Pêşîlêgirtina Tundiyê (ŞONÎM) e. Tenê stargeh ne bese. Divê ev hijmar bê zêdekirin. Ji bo vê jî emê bikevin nava hewldanan û bi xebitin. Di vî warî de em dixwazin bi walîtiyê re jî hevdîtin bikin. Nifûsa bajarê me nêzî 2 mîlyonane û tenê stargek têrê nake.” 
 
PROJEYA ‘EM TUNDIYÊ FREN DIKIN’
 
Kunt, protokola “Em tundiyê fren dikin” a berê bi Odeya Ajokar û Otomobîlan a Bajêr re îmze kiribûn bi bîr xist û wiha rêz kir: “Ji bo ku ev proje bi ser bikeve, emê hewldanên xwe bi rêve bibin. Niha perwerdeyên me dewam dikin. Di rojên pêş de emê dakevin qadan. Em ê li 5 rawestgeh û bi 50 ajokaran  dest bi projeye bikin. Em ê heya meha Tebaxê vê projeya xwe bi dawî bikin.” 
 
BANG LI JINAN KIR
 
Prz. Dîlan Kunt Ayan, dest nîşan kir ku ewê hewl bidin xwe bigihînin hemû jinan û di dawiya axaftina xwe de ev bag li jinan kir: “Em dixwazin hemû pirsgirêkan bi awayekê hevpar çareser bikin. Ji bo vê em bang li jina dikin ku serî li komeleya ma bidin. Em hemû jinên rastî tundiyê tên, vedixwînin komeleya xwe. Ne tenê jinên rastî tundiyê tên, em hemû jinên têkoşer û hêzê bidin komeleya me, vedixwînin. Em li komeleyê li benda jinane. Li welat, jinên ku dixwazin dengê xwe bilind bikin, tên bêdeng kirin. Lê heya ku têkoşîna jinan û piştevaniya jinan dewam bike, wê tundî tune bike. Çawan ku wan Peymana Stenbolê feskirin, me jî li dijî wê meclîsa xwe ya jinan avakir. Emê bi hev re bi hêz bibin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê karibin hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin û li dijî rewşa heyî derkevin. Em ê pirsgirêkên xwe bi têkoşîna hevpar çareser bikin” 
 
MA / Ozlem Yayan