Hindik maye berê xwe bidin zozanan

  • jin
  • 09:00 16 Nîsan 2021
  • |
img

WAN - Nihayet Metîn ku mih û bizinên xwe li quntarên Keleha Wanê diçêrîne, diyar kir ku li benda meha Gulanê ne ku bê û biçin zozanan. 

Piştî dinya hinekî germ bû, koçeran jî ji bo zozanan dest bi amadekariyên xwe kirin. Li Taxa Yali ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, dayika 4 zarokan Nîhayet Metîn a 45 salî ku mih û bizinên xwe diçêrîne, ji bo biçe zozanan rojan dijmirê. Nihayet Metîn, anî ziman ku dê di meha Gulanê de biçin zozanan. Metîn nêzî 20 roj in li quntarên Keleha Wanê 50 pezên xwe diçêrîne. 
 
Metîn, anî ziman ku nêzî 15 sal in şivantiyê dike û gava dinya germ dibe heywanên xwe ji axuran derdixin û berê xwe didin mergan. Metîn, diyar kir ku dê serê meha Gulanê berê xwe bidin zozanên navçeya Westanê.
 
Metîn, destnîşan kir ku debara xwe bi sewalkariyê dikin û gava diçin zozanan carinan bi hin astengiyan re rû bi rû dimînin. Metîn, anî ziman ku niha jî gava heywanên xwe diçêrînin rêvebiriya qeyûm a Şaredariya Rêya Armûşê hin astengiyan ji wan re derdixin û wiha got: "Şaredarî nahêle em heywanên xwe li Wanê biçêrînin. Çend caran ji me re gotin, 'heywanan li van deran neçêrînin.' Lê em mecbûr in li van heywanan miqate bin. Lewam em wan tînin van deran."