Dayika zaroka ku ji ber tahdeya mêr birîndar bûye: Edaletê dixwazim

  • jin
  • 09:01 17 Nîsan 2021
  • |
img
AMED - Emîne Karakaş a ku Aslan Karakaş ew birîndar kiribû û niha tê tedawîkirin, li nexweşxaneyê li beşa awarte bû 16 salî. Datk Nûrcan Karakaş, anî ziman ku hê jî kiryar nehatiye zevtkirin û got: "Ka edalet? Bû du meh, çima nayê zevtkirin? Edaletê dixwazim." 
 
Ji ber ku Peymana Stenbolê nayê pêkanîn heya niha gelek jin bi taciz, tecawiz û tahdeyê re rû bi rû mane û hatine kuştin. Yek ji van jinan jî Emîne Karakaş a 16 salî ye ku xizmekî wê xwest bi wê çekê bikuje. 
 
Li navçeya Bismil a Amedê Emîne Karakaş, ji 14 saliya xwe ve bi tahde, taciz û gefên xizmê xwe Aslan Karakaş re rû bi rû mabû. Aslan Karakaş, di 4'ê Sibata îsal de ew bi çekê birîndar kiribû. Niha li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê di beşa awarte de ye û ji stû berjêr felcî bûye. Kiryarê wê Aslan Karakaş jî hê nehatiye binçavkirin. 
 
Dayik Nûrcan Karakaş ku her roj ji bo keça xwe ji Bismilê diçe Amedê got: "Naxwazim keça min bimire. Edaletê dixwazim." 
 
Dayik Karakaş nerazîbûna xwe ya ji bo fesixkirina Peymana Stenbolê anî ziman. 
 
Dayik Karakaş got: "Aslan Karakaş zewicandiye û bavê 7 zaroka ye. Dixwest bi keça min re bizewice. Tim gef lê dixwarin. Keça min 14 salî bû. Diçû dibistanê. Keça min nedixwest, lê wî tim gef lê dixwarin. Keça min ji ber wî dev ji dibistanê berda. Nehiştin keça min bixweîne. Jiyana wê mahf kirin. Nikaribû li şaneşînê jî rûnê." 
 
Karakaş, destnîşan kir ku ji ber van tiştan ji bêgavî tevî keça xwe ji navçeyê abr kiriye û got: "Lê vê carê jî bi tahdeya mêrekî din re rû bi rû mam. Kurmariyên min nehiştin em ji gund derkevin û nehiştin em giliyê kiryar bikin. Digotin, 'Digot hûn ji gund derkevin ez ê we bikujim.' Tiliya hemû gundiyan di vê de heye." 
 
REWŞA WÊ XEDAR E 
 
Karakaş, anî ziman ku du meh û nîv e keça wê di beşa awarte de ye û got: "Rewşa keça min xedar e. Ji stû berjêr felcî ye. Niha jî enfeksiyon girtiye. Rewşa wê xirabtir bûye. Gava çav pê dikevim perîşan dibim. Girêdayî amûrekê ye. Li ber dikeve, dibêje 'ez ê seqet bimînim.' Jiyana me mehf kirin. Keça min li nexweşxaneyê, ez jî li van deran perîşan bûme." 
 
‘BILA PEYMAN NEYÊ BETALKIRIN' 
 
Dayik Karakaş nerazîbûna xwe ya ji bo biryara fesixkirina Peymana Stenbolê jî anî ziman û got: "Em jin her roj tên kuştin. Her roj li nexweşxaneya ne. Lê kiryar tên berdan. Ji dêvla ku cezayekî giran li wan bibire, radibe peymanê betal dike. Ev nayê qebûlkirin. Kiryar bi rihetî digerin, em jî li van deran perîşan bûne. Bila neyê betalkirin, bila pêk bê. Bila kiryar bên zevtkirin û bên cezakirin. Bi sedan jinên wekî keça min hene. Kezeba min şewitî, bila ya dayikine din neşewite." 
 
LI NEXWEŞXANEYÊ BÛ 16 SALΠ
 
Karakaş got: "Ez edaletê dixwazim. Wekî din tştekî naxwazim. Dixwazim kiryar heta hetayê bê cezakirin. Keça min duh li nexweşxaneyê bû 16 salî. Dixwazim keça min baş bibe. Bila dengê bê bê bihîstin. Ka edalet? Bû du meh û nîv. Çima nayê zevtkirin?" 
 
'BILA KEÇA MIN NEMIRE' 
 
Karakaş ku got "Birîna keça min xedar e, bila nemire, ji kerema xwe çareyekê peyda bikin" ji bo piştgiriyê bang li her kesî kir. 
 
MA / Eylem Akdag