Derûnnas Cengîz: Bi têkoşîna topyekûm tundî wê biqede

  • jin
  • 09:00 25 Nîsan 2021
  • |
img
WAN - Derûnnas Fahriye Cengîz, diyar kir ku zilamên nûnertiya desthilatdariyê dikin berpirsên tundiya li dijî jinê ne û got: “Medya jî vê rewşê kûrtir dike. Lê belê wê bi têkoşîneke topyekûm tundiya li dijî jinê ji holê rabe.”
 
Tundiya li dijî jinê veguheriye pirsgirêkek civakî. Her roja diçe tundiya derûnnî, fîzîkî, zayendî û aboriyê ya li ser jinê kûrtir dibe. Ligel vê jî, qanûnên li dijî tundiyê hatine derxistin û peymayên hatine îmzekirin, bi tu awayî nayin bi cih anîn û bersûc ji ber polîtîkayên necezakirinê, her tim kiryarên xwe dewam dikin. Medya jî vê rewşê bi zimanê xwe yê serdest, kûrtir dike.
 
Endama Komeleya Jinan a  Starê derûnnas Fahriye Cengîz, bingeha tundiya li dijî jinan, zimanê medyayê û têkoşîna jinan a li dijî tundiyê dewam dike, nirxandin. 
 
DESTHILATDARIYA ZILAM
 
Cengîz, diyar kir ku divê tundiya li dijî jinan bi awayekê berfireh bê dest girtin û wiha axivî: “Di bingeha tundiyê de pergala zilam heye. Yên ku vê pergalê bi rêve dibin jî zilamin. Gelo kî zirarê dide jinan, xwezayê û heywanan? Zilam. Zilam kîne? Nûnerên desthilatdariyê ne. Zilam, li gorî doktrînekê beşên lewaz û bêhêz dibîne, tundiyê li wan dike. Vê yekê ji bo xwe maf dibîne. Em her roj rastî van bûyerên wiha tên. Zilamên ku li cihên kar rastî bêmafiyên pantronan tên, dema diçin malê jî tundiyê li hevjîn û zarokên xwe dikin. Aliyê xwe yê serdest, bi vî awayî têr dike.” 
 
BANDORA ZIMANÊ MEDYAYÊ
 
Cengîz, bal kişand ser zimanê medyaya serdest û wiha got: “Yek ji sedemên zêdebûna tuneyê, zimanê çapemeniyê ya serdeste. Ev ziman pir bi bandore. Bi taybetî medya li gorî derûniya zilam, nûçeyên xwe serwîs dike. Gotinên weke ‘dîn bû, di tengezariya rûhî de bû, ji bêkariyê û hwd’ dibin sedem ku zilam tundiyê zêdetir bike. Ev ziman li tevahiya civakê belav bûye. Li şûna aliyê hatiye hatiye mexdûr kirin, herî zêde li gorî hestên bersûc rewş tê nirxandin. Bi van pirsgirêkan dixwazin ku bersûc mafdar nîşan bidin.” 
 
ZILAM ÇIMA BÊDENGIN? 
 
Ji bo bêdengiya zilam a li dijî tundiyê jî Cengîz, ev nirxandin kir: “Divê zilam jî li hemberî tundiyê bêdeng namînin. Lazime zilam jî êdî ji bûyerên tundî, tecawîz û tacîzê aciz bibin. Di nava civakê de tundî ji rêzê tê dîtin. Mixabin tundî weke ‘xwê û îsota’ zewacê tê nirxandin. Ev jî bi demê re, dibe sedama kuştinê. Bi vî wayî mirov çavên xwe li tundiyê digirin. Ji bo ku tundiyî ji holê rabe, pêwîstî bi têkoşîneke topyekûn heye. Divê hemû qanûnên hûndirîn û Peymana Stenbolê bên bi cih anîn. Di warê hiqûqî de jî divê têkoşîn bê dayîn. Hemû materyalên perwerdê, bi zimanê zayendperest ê civakî hatine amadekirin. Di vê warî de divê jin, zarok û zilam bên zanekirin. Lazime ku medya jî, li gorî mafê zarok û jinan, zimanê xwe pêş bike.”
 
MA / Ozlem Yayan