Ji înternetê hîn bû, jê re bû pîşe

  • jin
  • 09:35 30 Çile 2018
  • |
img

MÊRSÎN – Ceylan Aynur Koroglu boyaxkirina textikan ji înternetê wekî hobî hîn bû, kir pîşeyê xwe. Koroglu da zanîn ku ruxmê zehmetiyan jî ji vî karî kêfê digire û wiha got: "Ev karê min ê yekemîn e. Divê hemû jin li ser piyên xwe bisekinin."

Ceylan Aynur Koroglu (32) ya li Mêrsînê dijî, dayika 3 zarokan e, ji bo di warê aborî de debara xwe bike, yek ji jinên têkoşer e. Çîroka Koroglu ji ya gelek jinan cudatir e, demên berê di tu karekê de nexebitiye, bi rêya înternetê boyaxkirina textikan hîn dibe û ev ji bo wê destpêkê wekî hobiyekê ye û piştre dibe pîşeyê wê. Ev wêrekiya Koroglu hêzê dide jinan.
 
Koroglu berî 2 salan dema li ser înternetê tiştan lêkolîn dike, rastî boyaxkirina textikan tê û têkoşîna wê ya kar wiha dest pê dike. Destpêkê bi xwe bawer dike û kel û pelên ku distîne, xirab dike, dişkîne û bi vî şeklî hînê kar dibe.
 
‘EZ JI SERKEFTINÊ BAWERIM’
 
Koroglu diyar kir ku hevjînê wê karê mobîlyayê dike û ew kel û pelan ji wî digire û wiha axivî: "Ji bo ez textikan boyax bikim pêwîstî bi gelek qaliban heye. Min buhayên wan mêze kir, bi rastî jî gelekî giran bû. Ez jî pêlîstokên ku avêtine berhev dikim û bi sîlîkonê qaliban derdixim. Bi vî şeklî gelekî erzan tê. Nexwe ez ê nikaribim vî karî bi rê ve bibim. Bi vî şeklî qalibên min û boyax zêde bû."
 
Koroglu destnîşan kir ku piştî ew hînê kar bûye, vegerandiye pîşe û wiha got: "Dikan vekirin ji bo min xeyal bû lê bû rastî. Ez hêj gelekî nû me, lê di serkeftinê de baweriya min heye."
 
'BOYAXKIRIN BI MIN XWEŞ TÊ’
 
Koroglu da zanîn ku bi xebatan re, karê xwe yê malê jî berdewam dike, bi vî şeklî karê wê zehmet e, lê ji vî karî gelekî hez dike û zehmetiyan derbas dike. Koroglu bi lêv kir ku her çendî ew gelekî biweste jî, vî karî wekî hobî dike û wiha pê de çû: "Ji xwe miroveke gelekî bi tevgerim. Ez heta êvarê li vê dikanê dixebitim. Zarokên min jî li gel min disekinin. Hem bi wan re eleqedar dibim, hem textikan boyax dikim."