‘Jinên bi tundiyê re rûbirû dimînin, ji ber zextên civakî xwe bêdeng dikin’

  • jin
  • 09:00 30 Nîsan 2021
  • |
img

WAN -  Parêzer Ebrû Demîrtepe bal kişand ser zêdebûna tundiya li jinan tê kirin û got jinên bi tundiya zayendî re rûbirû dimînin gelek ji wan ji ber zextên civakî bêdeng dimînin û ji saziyên fermî bawer nakin. 

Her çiqas Wezîrê Karên Navxweyî tabloya kêm a cînayetên jinan nîşan dabe jî lê berevajî vê li Tirkiyê her roj herî kêm jinek ji aliyê zilaman ve tê kuştin. Di demek wiha ku kuştin û tundiya li ser jinan zêde bûye, Peymana Stenbolê ku jinan jê sûd werdigirt hat fesixkirin û tê gotin ku ev yek jî faîlan hin bêtir bi wêrek kiriye. 
 
Parêzer Ebrû Demîrtepe ya endama Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê bal kişand ser hejmara zêdebûna tundiya li jinan tê kirin. 
 
FESIXKIRINA PEYMANÊ FAÎLAN BI WÊREK KIRIYE 
 
Demîrtepe anî ziman ku fesixkirina Peymana Stenbolê di bûyerên tundiya li jinan tê kirin de zêdebûn çêbûye û her çiqas îqtidar bêje ku fesixkirina peymanê ji bo jinan dezavantajek çênekiriye jî lê ew wek hiqûqzanan dibînin ku faîl ji ber vê fesixkirinê bi wêrek bûne. 
 
Demîrtepe destnîşan kir ku bi fesixkirina Peymanê re hejmara kuştina jinan zêde bûye û li saziyên dewletê di mijara tundiya li jinan tê kirin xemsar nêz dibin û ev yek xwe di gilîkirinên jinan de didin nîşandan. 
 
‘TUNDIYA ZAYENDÎ TÊ VEŞARTIN’ 
 
Demîrtepe anî ziman ku di mehek dawî de serlêdanên jinên tundiyê dibînin ji bo Baroya Wanê zêde bûye û got: “Jin bi tundiya aborî re, tundiya fizîkî, cihek wan ku biçinê nîne û tundiya zayendî re rûbirû dimînin. Lê belê bi taybetî jin ji ber zextên civakî di bûyerên tundiya zayendî de serî li saziyên fermî nadin. Ji ber vê yekê jî serlêdanên bo tundiya zayendî hindik tên kirin. Ev nayê wê maneyê ku tundiya zayendî hindik e. Neanîna ziman a tundiya zayendî pirsgirêkek civakî ye. Jina ku bi tundiya zayendî re rûbirû dimîne, ji aliyê malbata xwe ve jî bi tenê tê hiştin. Wek her tim sûcdar dîsa jin tên dîtin. Li gel vê yekê cûreyên tundiya tên kirin gelek in.” 
 
JIN BAWERIYA XWE BI SAZIYÊN FERMÎ NAYNIN 
 
Demîrtepe destnîşan kir ku qereqol di dema serlêdanên jinên bi tundiyê re rûbirû dimînin dikin de nêzîkatiyek baş ji qereqolan nabînin û ev jî rê li ber pirsgirêkên mezin vedike. Demîrtepe got çimkî jin bi gefan re rûbirû ne. Demîrtepe anî ziman ku di bûyerên tundiyê de ku li welat zêde dibin dewlet berpirsiyar e û got: “Jin bi qasî tê gotin, baweriya xwe bi saziyên dewletê naynin. Wexta ku jin xemsariyê bibînin û bi nêzîkatiyên xelet ên saziyan re bimînin, helbet wê baweriya xwe bi saziyên fermî neynin.” 
 
TÊKOŞÎNA JINAN TÊ ASTENGKIRIN 
 
Demîrtepe da zanîn ku bi fesixkirina Peymana Stenbolê û tundiya li jinan tê kirin re dixwazin têkoşîn û piştevaniya jinan jî were astengkirin û her çiqas îrade û daxwazên jinan tune were hesibandin jî ew ê biryarên astengî û fesixkirina peymanê nas nekin.