Li Siwêregê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

  • jin
  • 15:00 16 Gulan 2021
  • |
img
RIHA – Li navçeya Siwêregê, hat angaştkirin ku jina bi navê Y.K. întihar kiriye.
 
Li navçeya Siwêregê ya Rihayê, hat angaştkirin ku jina bi navê Y.K. a 42 salî întihar kiriye. Li gorî angaştê, Y.K. dema ku bi tena serê xwe li mal bûye dawî li jiyana xwe aniye. Piştî bihîstina bûyerê tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û diyar kirin ku Y.K. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Piştî lêkolînên ku li ser hatin kirin, ji bo otopsiye cenaze sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Rihayê hat kirin. 
 
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.