Bersûcê tundî, tecawiz û gefê Oktay G. hat girtin

  • jin
  • 13:36 18 Gulan 2021
  • |
img
DERSÎM - Oktay G. ku li navçeya Xozatê, E.A. bi mehan desteser kiribû, destdirêjî wê kiribû û gef lê xwaribûn hat girtin.
 
Oktay G. (27) ku li gundê Kilîse ya bi ser navçeya Xozata Dersimê E.A. (22) 7 mehan desteser kiribû, destdirêjî û tundî lê kiribû û gef lê xwaribûn hat girtin. E.A. ya 7 mehan desteserkirî ma agahî da bavê xwe û li ser vê yekê tiştên hatine serê wê derketin holê. 
 
E.A. di 14’ê gulanê de çû Fermandariya Cendirmeyan a Xozatê û giliyê Oktay G. kir û li ser vê yekê cendirmeyan G. binçav kir. Lê ji ber ku E.A. tirsiya derbarê G. de îfade neda. Ji ber vê yekê derbarê G. de biryara dûr xistinê hat dayîn. Lê pişt re E.A’ya birin nexweşxaneyê bi rapora derbê careke din çû Fermandariya Cendermeyan a Xozatê û Oktay G. gilî kir. Oktay G.’yê li ser gilîkirinê hat binçavkirin, piştî îfadeya li Miduriyeta Polîsan sewqî Edliyeyê hat kirin. Dadgehê Oktay G. girt û şand girtîgehê. 
 
ÎŞKENCEYA SÎSTEMATÎK
 
Endamê Komîsyona Zarok û Jinan a Baroya Dersîmê Alîşer Soylemez ê parêzerê E.A.’yê diyar kir ku wê şopdarên bûyerê bibin û wiha got: “Em çûn mala muwekîla min gelek zêde hatibû derbkirin. Rûyê wê û laşê wê reş û şîn bûbûn. Lingê wê hatibû zincîrkirin. Me ev tişt hemû dîtin. Dema em çûn wir em matmayî man.” Söylemez, destnîşan kir ku ji bo ku Oktay G. bi awayekî herî giran were cezakirin wê şopdarê bûyerê bin.