Ji meclîsên jinan xebata têkoşîna nû: Dê li her derî me pêşberî xwe bibînin

  • jin
  • 11:17 19 Gulan 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsên Jinan ên KCDP’ê, biryarên xwe yên di civîna endamên platformê ya di çarçoveya têkoşîna dema nû hat lidarxistin de girtibûn aşkere kirin. Jinan, diyar kirin ku ew ê li tevahiya welat çalakiyên xwe dewam bikin û gotin: “Em ê li her derî pêşberî wan bin.” 

 
Meclîsên Jinan ên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) a bi dirûşmeya “Qanûna bingehîn, zagon û peymanê bi cih bînin” dest bi xebata xwe ya têkoşîna nû kir, di vê çarçoveyê de, di 16’ê Gulanê de, ji 6 welatên cuda û 73 bajarên Tirkiyeyê, bi tevlîbûna 750 endamên platformê civîna onlîne li dar xist. Di civînê de biryara ji Peymana Stenbolê paşve vekişîn û bûyerên pişt re rûdan hatin nîqaşkirin û gelek biryar hatin girtin. 
 
ÇEND BIRYARÊN HATIN GIRTIN
 
Jinan di civînê de, bal kişandin ser biryardariya têkoşînê û xeta xwe ya nû ya çalakiyan aşkere kirin.
 
Hin biryarên ku jinan girtin wiha ne: 
 
"* Em ê dengê xwe ‘Qanûna bingehîn, zagon û peymanê bi cih bînin’ li hemû bajaran bilind bikin. Emê bi awayekê girseyî û hemwext van çalakiyan li dar bixin.
 
* Em ê rê û rêbazên xwe yên têkoşînê yên li dijî bêhiqûqiyan her tim biguherînin.
 
* Em ê têkoşîna xwe bi awayekê bi armanc bi rêve bibin. 
 
* Bi tevlîbûna gelek rojnamegeran emê civîneke bi olîne li dar bixin.”