Li Farqînê mirina biguman a jinekê

  • jin
  • 11:27 21 Gulan 2021
  • |
img

AMED - Jina bi navê M.Ş., a hat îdîakirin ku li Farqînê xwestiye întîhar bike, jiyana xwe ji dest da.

 
Li gundê Fêra yê girêdayî navçeya Farqînê ya Amedê, hat îdîakirin ku jina 24 salî M.Ş., duh xwestiye întîhar bike. Piştî ku malbata wê ferq kir M.Ş. rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê. M.Ş., a rewşa wê giran bû, dûre sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Tenduristiyê ya Fakulteya Tibî ya Zanîngeha Dîcleyê hat kirin. M.Ş., a di beşa lênêrîna awarte de dihat girtin, vê sibê jiyana xwe ji dest da.
 
Cenazeyê M.Ş ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî.