Xweparastin bi qasî nan û avê hewce ye

  • jin
  • 09:07 28 Gulan 2021
  • |
img

ÎZMÎR - Dê li Îzmîrê bi pêşengiya hin xwendekarên zanîngehê ên jin, atolyeya xweparastinê bê lidarxistin. Îzel Graca, destnîşan kir ku xweparastin bi qasî nan û avê girîng e. 

Li Îzmîrê dê bi pêşengiya hin xwendekarên zanîngehê ên jin atolyeya xweparastinê bê lidarxistin. Xwendekaran destnîşan kir ku jin êdî naxwazin bi tirs û xofê bijîn, lewma xweparastin bivê nevê ye. 
 
50 SERLÊDAN 
 
Xwendekaran ragihand ku dê di 2'yê Hezîranê de atolyaya xweparastinê li dar bixin. Dê atolye 5 rojan bidome. Heya niha 50 jin ji bo perwerdehiya xweparastinê serî li atolyeyê dane. Dê atolye bi beşdarbûyîna mamosteyên jin ên ji Stenbolê hatine li Parka Kulturê bê lidarxistin. Yek ji xebatkara atolyeyê Îzel Graca, bal kişand ser girîngiya xweparastinê. 
 
TÊKOŞÎN
 
Graca, diyar kir ku bi dirûşmeya "Xweparastin heq e" xebateke bi vî rengî dane destpêkirin. Graca, bilêvv kir ku mirov nizane dê talûke kengî bi ser mirov de bê û ji bo jiyanê têkoşîn divê. Graca got: "Lewma em li hev kom bûn. Jinên serî li atolyeyê dane, dixwazin xwe biparêzin. Em li her derî bi tahdeyê re rû bi rû ne. Em dixwazin li hemberî vê wêrek bin." 
 
Graca, anî ziman ku daxwazên ji bo xweparastina fizîkî hemû encamên xweparastina fikirî ne û got: "Lewma em tenê di çaçroveyeke fizîkî de li ser xweparastinê hûr nabin. Gava em bi failekî taciz û tecawizê re rû bi rû bimînin, divê bê bîra me ku kulmek me jî heye. Ev yek quweta me zêdetir dike. Lewma xweparastin di warê fikirî û fizîkî de hev temam dike." 
 
BIVÊ NEVÊ YE
 
Graca, destnîşan kir ku tirsa lê peyda bûye wê deforme dike, lewma dixwaze li dijî vê hemû qadên jiyanê veguherîne qadên têkoşînê. Graca got: "Ez, em, êdî em naxwazin bi tirs û xofê bijîn. Danê êvarî gava em dakevin kuçeyekê, em naxwazin bibe helkehelka me. Ji bo têkşikandina tirsê, xweparastin bi qasî nan û avê girîng e." 
 
Graca, diyar kir ku dê atoleyeyeke 5 rojan têr neke û got: "Lê belê dê, pirsên wekî 'Em çima dixwazin xweparastinê hîn bibin? Çima em xwe mecbûr hîs dikin bitêkoşin? Kî me ditrisîne? Çima edalet pêk nayê?' kûrtir bike û dê ji bo bersiva wan jinan ber bi lêpirsînê ve bibe. Ev atolye dê destpêk be. Em dixwazin wê berfirehtir bikin."
  
MA / Semra Tûran