Du jin yek daxwaz: Edalet

  • jin
  • 10:12 5 Hezîran 2021
  • |
img

RIHA - Rêyên Dîlek Kaya ya ku di Komkujiya Pirsûsê de bavê wê hatibû qetilkirin û Emîne Şenyaşar a hevjîn û du lawên xwe di êrişa parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê de winda kiribûn, di têkoşîna “edaletê” de gihiştin hev. Du jin, bi du zimanên cuda heman daxwazî dikin.

Her roja diçe li Tirkiyeyê, hejmara kesên li “edaletê” digerin zêdetir dibin. Rêya kesên li edaletê digerin jî li avahiyên edliyê digihijin hev. Dîlek Kaya û Emîne Şenyaşar ên xizmên wan hatin qetilkirin, bûn du jinên ku her tim bikevin ser rêya Edliya Rihayê. Di nava 33 kesên di encama êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê ya di 20’ê Tebaxa 2015’an a li baxçeyê Navenda Çanda Amara ya navçeya Pirsûr a Rihayê hatin qetilkirin de bavê Dîlek Kaya Îsmet Şeker jî hebû. Rêya Dîlek Kaya ya ji bo bavê xwe li edaletê digere û Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de, hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parazvan û xizmên wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li Pirsûsê hatibûn qetilkirin, li Edliya Rihayê gihiştin hev.
 
Çalakiya daxwaza “Edaletê” ya Emîne Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê di roja 89’emîn dewam dike û Dîlek Kaya jî, ji bo ku beşdarî 19’emîn doza Komkujiya Pirsûsê ya bavê xwe bibe hat Edliya Rihayê.
 
JI BO BAVÊ XWE
 
Ciwanên bi pêşengtiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo ku bajarê Kobanê ya di endama êrişa DAIŞ’ê de bibû kavil ji nû de ava bikin û  pêleyîstikan ji zarokan re bibin, ji çar aliyên Tirkiyeyê hatin Pirsûsa Rihayê. Ciwan berî ku berê xwe bidin Kobanê li baxçeyê Navenda Çanda Amara kom bûn. DAIŞ’ê li dijî van ciwanan êrişa bombeyî pêk anî û 33 kesan di êrişî  de jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes birîndar bibûn. Danişîna 19’emîn a doza derbarê bûyerê de hatibû vekirin, di 27’ê Gulanê de hat dîtin. Endama Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê Dîlek Kaya bi malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da bûn re, ji bo ku danişînê bişopînin hatin Edliya Rihayê û daxwaza “Edaletê” kirin. 
 
JI BO HEVJÎN Û 2 KURÊN XWE
 
Di 14’ê Hezîrana 2018’an de, li “Sûka yek milyonî” ya Pirsûsê parazvan û xizmên wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî kargeha malbata Şenyaşar kiribûn û dûre li nexweşxanê Haci Esvet Şenyaşar û 2 kurên wî Adil û Celal Şenyaşar bi linçê hatibûn qetilkirin. Di bûyerê de birayê wekîlê AKP’ê Mehmet Şah Yildiz jî jiyana xwe ji dest da bû. Di heman êrişê de ji malbata Şenyaşar Ferît, Fadil û Mehmet birîndar bibûn. 
 
Fadil Şenyaşar, hîna li nexweşxaneyê dihat dermankirin, hatibû binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin. Dayika Emîne Şenyaşar ji bo ku bersûcên komkujiya malbata wê bên darizandin, kurê yê di girtîgehê de serberst were berdan û edalet bê bicih anîn li ber Edliya Rihayê, ev 89 rojin di çalakiya nobeta edaletê de ye. 
 
YEK QÊRÎN
 
Rêyên Dîlek Kaya û Emîne Şenyaşar ên li heman bajarî heskiriyên xwe winda kirin, di têkoşîna “edaletê” ya li Edliya Rihayê de, gihiştin hev. Kaya di dema danişîna 19’emîn a Doza Pirsûsê de li bersûcên bavê xwe digeriya, dayika Şenyaşar jî, di wan saetan de li ber avahiya edliya Rihayê nobeta “Edaletê” digirt. Ji du jinên ku piştî danişînê hatin gelhev, bi du zimanên cuda qîrîniya “Edalet tuneye” bilind bû.  
 
ZIMANÊN CUDA, HEMAN ÊŞ
 
Dema ku Emîne Şenyaşar bi zimanê xwe yê Kurdî çîroka xwe ji Dîlek Kaya re vedigot, Dîlek Kaya jî bi Tirkî ne cezakirina qatilên bavê xwe ji dayika Emîne re vedigot. Lê ne Kaya bi Kurdî dizanî û ne jî dayika Emîne bi Tirkî dizanî. Her çiqasî van her du jinan ji zimanên hev fêm nedikirin jî, lê ji ber ku her duyan jî heskiriyên xwe winda kiribûn, êşên hev baş fêm û hîs dikirin. Kaya di axaftina xwe ya li pêş Edliya Rihayê wiha digot, “Em her du, mirovên evîndarên edaletê ne.” Kaya bi vî awayî êşa xwe bi Emîne Şenyaşar re parve dikir.
 
Kaya ya ku destê xwe avêt ser milê dayika Emîne, wiha gotibû: “Hûndirê dayê dişewite. Ez ji mîna wê me. Min zaroka xwe ya biçûk û hevjînê xwe yê nexweş li malê hiştin û hatim vê derê. Ez tu carî dest ji baweriya xwe ya edaletê nikarim berdim. Sal derbas bibin, neviyên min jî çêbin, ezê li vê derê li edaletê bigerim. Wê jî li edaletê bigerin. Heçko em bi saxî şewitandin. Heman êş bi dayika Emîne jî dan jiyîn. Malbata wê li ber çavên wê qetilkirin. Êşa me yeke.”
 
Dayika Emîne jî wiha behsa êşa xwe kir: “Li Pirsûsê zilm heye. Edalet tuneye. Malbata min bê sedem qetil kirin. Li nexweşxanê li ber çavên min malbat min qetil kirin. Em pişt didin ev û têkoşîna edaletê didin. Lê edalet pêk nayê.”
 
Kaya, hem ji bo 33 kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan û hem jî ji bo Emîne Şenyaşar li Stenbolê, di her 20 mehê de nobeta edaletê digire. Emîne Şenyaşar jî, lêgerîna xwe ya edaletê her roj li ber Edliya Rihayê dewam dike. 
 
MA / Bariş Polat