HDP'iyan jinên karker ziyaret kirin

  • jin
  • 15:51 8 Hezîran 2021
  • |
img
ÎDIR - Meclîsa Jinan a HDP'ê çarçoveya kampanya "Ji xizantiya jinê re na" li Îdirê jinên di zeviyên silk û baxçeyên mişmişan de, dixebitîn ziyaret kirin. Jinên ku dan zanîn hîna yewmiya wan diyar nebûye, bal kişandin ser xebata erzan, dem dirêj û bêsîgorte.
 
 Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanya "Ji xizantiya jinê re na" de çû serdana kedkarên jin ên li zeviyên silk û baxçeyên mişmişan dixebitin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemîr, Parlamentera Stenbolê Oya Ersoy, ji Meclîsa Jinan a HDP'ê Mukaddes Erdogdu, ji Koordînasyona Jinê Feray Mertoglu, Tulay Koçak û Hazal Karabey, ji meclîsa partiyê Hatice Akdag û ji Tevgera Jinên Azad (TJA)  Hacer Karaoglan û gelek jin beşdarî serdanê bûn.
‘Emeğimizin karşılığını alamıyoruz’
 
Jinên karker ên li vir pirsgirêkên xwe anîn ziman, dan zanîn ji ber çînîna mişmişan nû dest pê kiriye ew nizanin ew ê çiqas heqdestê xwe bigirin. Jinan, diyar kirin ew ji saet 04.00'an heta 17.00'an dixebitin û pirsgirêkên xwe wiha anîn ziman:"Li gor heqdestê sala berê em bi 110 TL'yî dixebitin. Beramberê keda me ya heta nîvro 70 TL ye. Em berdêla keda xwe nagirin. Lê ji mecbûrî ji bo em debara xwe bikin em dixebitin."
 
Jineke din a li baxçeyê mişmişan dixebite wiha got:"Buhayê mişmişan hîn diyar nekirine. Em diçin çapê û sêvan didin hevdu. Komkirina mişmişan pir zehmet e. Em di rojê de carinan 150 carinan jî 100 qaseyî didin hevdu. Dema kar tune be em naxebitin. Jiyan buha bûye. Qezenca me têr nake."
 
Jinek din jî, da zanîn ev 5 sal in ew vî karî dike û wiha got:"Heta êvarî encax em 100 TL qezenc dikin. Bi ser de jî bi me dixeyidin. Hinek caran ez ewqas ditengijim ku ez dibêjim hema lanet be."
 
Meclîsa Jinê piştî serdana jinan a baxçeyê mişmişan serdana jinên li Gundê Yuzbaşî yê Îdirê yên li ser erdê silkê dixebitin. Jinên diyar kirin ew ji saet 05.00'ê sibehê heta 14.00'an dixebitin wiha gotin:"Em jin dixebitin. Pere ji mêran diçe yên dixebitin jî em in. Bi ser de jî em karê malê dikin û ajalên xwe xwedî dikin."
 
Jineke din, diyar kir ku ji bo ew debara mala xwe bike li ser erd dixebite û di rojê de 70 TL'yî digire û ev yek pêdiviyên zarokên wê nayne cih. Jineke 23 salî ya dibêje ez ji 14 saliya xwe de li ser erd dixebitim tîne ziman ku jin di gelek qadan de bê sigorta dixebitin û da zanîn pereyê ew digirin têra wan nake. 
 
Piştî serdanê Meclîsa Jinan a HDP'ê, diyar kir ew çûne gelek herêman û bi jinên kedkar re hevdîtin kirine û got:"Ne ku em bêjin em hatin we bibînin û em çûn. Em ê pirsgirêkên we li meclîsê bînin ziman."
 
Duyemîn roja hevdîtinên "Ji xizaniya jinê re na" ya herêma Serhedê bi dawî bû.