Kaplan a bi salan e tundî lê tê kirin: Piştî ku em hatin kuştin bila dengê me neyê bihîstin

  • jin
  • 12:22 14 Hezîran 2021
  • |
img
AMED - Nûrcan Kaplan a di encama êrîşa Tarik Kaplan ê pê re li ber berdanê ye, giran birîndar bû bi gotina “Piştî ku jin hatin kuştin bila dengê wan neyê bihîstin” xwest faîl bê girtin. 
 
Tarik Kaplan ê bi Nûrcan Kaplan re li ber berdanê ye di 1’ê hezîranê de bi çekê êrîşî Kaplan a li taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê dijî kir. Kaplan, piştî ku Nûrcan Kaplan û dayika wê birîndar kirin, ji cihê bûyerê reviya. Di pêşengtiya Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê de ji bo faîl Tarik Kaplan bê binçavkirin li ser medya sanal bi taga “#BilaFaîlTarikKaplanBêgirtin (#FailTarıkKaplanYakalansin)” banga piştevaniyê hat kirin. Lê ji 6’ê hezîranê ve faîl nehatiye binçavkirin. 
 
Nûrcan Kaplan a 15 sal in bi Tarik Kaplan re zewiciye, bi salan e bi awayekî sîstematîk îşkence lê tê kirin. Kaplan, gelek caran serî li merciyên edlî daye lê tu encam negirtine. Kaplan, piştî êrîşa çekdarî 3 emeliyat derbas kirin û ji ber hestiyên wê şikestine nikare bimeşe, dayika wê jî bi heman awayî di rê ve çûnê de zehmetî dikişîne. 
 
‘HER CARÊ HAT BERDAN’
 
Kaplan têkildarî tiştên bi serê wê hatine ji ajansa me re axivî û wiha got: “Ji roja ku em zewicîne ve dinya li min kiriye jehr. 2 zarokên min hene ji ber wan min evqas li ber xwe da. Piştî ku tundî li min dikir ez diçûm cem malbata xwe lê her carê bavê min bi gotina ‘dibe ku rast bibe, mala xwe xera neke’ ez paş ve dişandim. Beriya 9 salan piştî ku tundiya fizîkî li min kir ez çûm li stargeha jinan bi cih bûm. Ji ber sûcên kir 8 sal û ji ber giliyên min kirin jî 14 mehan di girtîgehê de ma. Beriya 4 mehan bi şertê kontrola edlî hat berdan. Piştî ku ji girtîgehê derket, kurê min li kuderê didît lê dixist. Pişt re jî êrîşî min kir. Min gelek caran li qereqolê giliyê wî kir lê her carê jî hat berdan.”
 
‘BILA RAYEDAR BIBÊJIN BES E’
 
Kaplan, diyar kir ku tu serlêdana wê nehatiye bersivandin û wiha axivî: “Dixwazim dev jê wî berdim û naxwazim paşnavê wî bigirim. Ez wisa bûm bila tu jinên din wisa nebin. Bila rayedar ji vê rewşê re bêjin êdî bes e. Dixwazim bê girtin. Beriya 10 mehan min serî li dadgehê da bû lê min hê jî tu encam negirtine. Bila dengê me jinan piştî ku em mirin neyê bihîstin.”
 
‘BERSIVA DADGEHÊ YA LI GEFÊ BÛ AVÊTINA DERVE’
 
Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî ku li edliyeyê bû şahida tundiya li Kaplanê hat kirin jî bi lêv kir ku şahid û şopdarên dosyayê ne û wiha got: "Bi awayekî sîstematîk tundî li Kaplanê hat kirin. Zilam li dadgehê gef li Nûrcanê xwarin. Me hewl da wê bi parêzin. Karmendên edliyeyê bi darê zorê zilam derxistin derve. Bi salan e tundiya sîstematîk li Nûrcanê tê kirin. 8 meh in bi zarokên xwe ve li stargehê dimîne.”
 
‘MERCIYÊN EDLÎ NIKARIN BIPARÊZIN’
 
Sevîmlî, bertek nîşanî berdana faîl a ligel ewqas gef û tundiyê da û wiha axivî: “Nûrcan her car daxwaza parastinê dike lê mercîyên edlî tiştekê nakin. Bi gotinên ‘tê ya nayê?’ nikare were parastin. Ji xwe nehate parastin jî. Piştî êrîşa çekdarî tedawiya her duyan jî didome. Faîl jî hê nehatiye girtin.”
 
‘PRATÎKA DARAZÊ’
 
Sevîmlî, destnîşan kir ku hê jî ewlehiya Kaplan di xeterê de ye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Dosya pir hêdî bi rê ve diçe. Ligel daxwaza Nûrcanê jî faîl nehat girtin û Nûrcan 8 mehan mecbûr ma ku li stargehê bimîne. Divê faîl bê girtin. Li gel gefên li pêş edliyeyê jî daraz naparêze. Pratîka darazê jî tam ev e. Divê merciyên edlî hesas tevbigerin û demildest faîl bigirin. Divê lêpirsîneke bi bandor were kirin.”