Jin li pêş meclîsê kom bûn: Pêşnûmayê betal bikin

  • jin
  • 15:23 5 Cotmeh 2017
  • |
img

ENQERE - Dema "Pêşnûmaya Muftutîyê" anîn komisyona meclîsê, jin li pêş meclîsê kom bûn û xwestin pêşnûmayê betal bikin. Parlamentera HDP'ê Huda Kaya got "Ev pêşnûma berhemê yekperestiyê ye." 

Dema pêşnûmaya ku erka mahrbirînê dixe destê muftî û rê li pêş zewaca zarokan vedike di komîsyona meclîsê re derbas bû, jin li pêş meclîsê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên Platforma Jinan a Enqereyê bi tevlêbûna wekîlan li pêş meclîsê kom bûn û li dijî pêşnûmayê nerazîbûnên xwe anîn ziman. Jin, bi silogana "Ji bo jiyanek azad û wekhev ev zagon wisa derbas nabin. Jin destûr nadin" li pêş meclîsê kom bûn û xwestin derbasî meclîsê bibin. Lê polîsan destûr da hin jin derbas bibin û destûr neda jinên din. Parlamenterên jin ên derbasî lijneya meclîsê bûn, li meclîsê daxuyanî dan. Jinan li pêş meclîsê man ji bertekên xwe anîn ziman. Jinan, li derve man gotin 'Em destûr nadin ev zagon di meclîsê re derbas bibe" û bertekên xwe anîn ziman. Jinên derbasî hundir bûn jî daxuyanî dan. Parlamenterên HDP û CHP'ê helwesta hikûmetê şermezar kirin Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Sibel Yîgîtalp û parlamenterên CHP'ê Şenal Sarihan, Candan Yuceer û Ali Şeker piştgirî dan daxuyaniya jinan. 
 
PÛŞNÛMAYÊ BETAL BIKIN
 
Li ser navê Platforma Jinan a Enqereyê Hilal Zambakçi bal kişand ser pêşnûmaya muftîtîyê û wiha got: "Ji roja pêşnûma hat rojevê heta niha em li dijî vê pêşnûnayê ne. Dixwazin vê pêşnûmayê bi dizî û veşarî di komîsyonê re derbas bikin.Em destûr nadin ev pêşnûma di komîsyona meclîsê re derbas bibe. Me bi dehan caran got heta hûn jinan nepirsin hûn nikarin der barê jinan de pêşnûmayan di meclîsê re derbas bikin. Em dê li dijî vê yekê têbikoşin."
 
Parlamentera CHP'ê Şenal Sarıhan anî ziman ku zagona medenî destkeftiya jinan e û wiha got: "Bi vê pêşnûmaya nû dixwasin destkeftiyên jinan ji destê wan derxin. Piranî li meclîsê bêjin çi wê wisa bikin. Niha yek mirov îro bibêje çi, piranî li wî guhdar dikin û erê dikin. Yek mirov fermanê dide piraniya wekîlan. Ev li dijî laîkê ye." 
 
JI BO MAHRÊ PÊDIVÎ BI MUHTÎ TUNE YE
 
Parhamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî diyar kir ku ji bo birina mahrê ne pêwist e mêr û muftî be û wiha got: "Em wekî jinên misilman û feminîst vê yekê red dikin. Ji ber ku ne raste der barê jinan de mêr biryarê bide. Ev hişmendiya yek zilamî ye. Yekperestî ye. Dixwazin bi olê sexte çavê mislimanan bigirin."
 
Parlamentera HDP'ê Sibel Yigitalp jî ani ziman ku ev pêşnûma hemû jinan eleqeder dike û tunebuna jinên AKP'î rexne kir.