Parastina "sorkirinê" ya faîlê ku jina êzidî kuştibû derew derket

  • jin
  • 10:44 3 Çile 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Di doznameya derbarê Serkan Ozgun ku jina êzidî Baran Hasan Rasho li Midyadê kuştibû de derket holê ku parastina "sorkirinê" ya faîl derew e.
 
Di 6'ê tebaxa 2021'an de zilamê bi navê Serkan Ozgun (25) li gundê Ebşî yê navçeya Midyadê ya Mêrdînê jina êzidî ya bi navê Baran Hasan Rasho kuşt. Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Midyadê ve derbarê vê bûyerê de hatibû destpêkirin bi dawî bû û bi sûcdariya "kuştina qestî" derbarê Ozgun de dozname hat amadekirin. Dozname ji aliyê Dadgeha Cezaya Giran a Midyadê ve hat qebûlkirin. We danişîna yekemîn a dozê di 27'ê çileyê de bê dîtin. Di doznameyê de angaşta ku faîl Ozgun dibêje Rasho bi wêneyên wî yên tazî gef li xwariye cih digire. Lê hatiye gotin ku di encama lêkolîna hatiye kirin de derbarê mijara angaştê de tu delîl û agahî nehatine bi destxistin.