Li Rihayê 6 jinên kurd ên siyasetmedar hatin bibîranîn

  • jin
  • 16:51 6 Çile 2022
  • |
img
RIHA - Li Rihayê bi pêşengiya TJA'yê 6 jinên kurd ên siyasetmedar li Rihayê hatin bibîranîn. Di daxuyaniya ku hat dayin wiha hat gotin:"Em ê heta dawiyê hesabên van komkujiyana bipirsin. Bi hêza em ji wan digirin em ê ala wan a serhildanê hilgirin."
 
Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'a Rihayê, ji bo bîranîna Sakine Cansiz, Fidan Dogan ve Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsa Firansayê hatin qetilkirin û Sêvê Demir, Pakize Nayir, Fatma Uyar ên di 4'ê Çileya 2016'an de li Silopiyê hatin qetilkirin li avahiya HDP'ê bernameyek li dar xistin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî bibîranînê bûn. 
 
Li bibîranînê find hatin vêxistin. Li sînevizyona çîrokên jinên kurd rave dikirin hatin temaşekirin. Piştî sînevizyonê jinan li ber ber avahiya Rêxistina HDP'ê daxuyanî dan. 
 
Parlamenter Ayşe Surucu diyar kir ku di dîroka kurdn de gelek komkujî hene û di van komkujiyanan de di serî de jin hedef hatine girtin. Surucu da zanîn komkujiya li ser Sakine, Leyla û Fidanê di dema pêvajoya muzakereyên li Girava Îmraliyê hatibû destpêkirin, pêk hatiye. 
 
SEDSALA AZADIYA JINÊN KURD E 
 
Surucu wiha axivî: "Bi qetilkirina her sê hevalên me yên jin tesfiyeya siyaseta demokratîk hat hedefgirtin. Kesên Sakine qetil kirin xwestin hevdîtinan vala derxin. Kesên tehemula wan ji aştî û demokrasiyê re tune ye komkujî pêk anîn. Li Silopiyê jî 6 sal berê Nayir, Demir û Uyar hatin qetilkirin. Lê belê hîn berpirsên wan derneketina holê. Em ê heta dawiyê hesabên van komkujiyana bipirsin. Bi hêza em ji wan digirin em ê ala wan a serhildanê hilgirin."
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.