Gel nikare biçe nexweşxaneyên bajêr ên veguherîne qadên rantê

  • jin
  • 09:12 29 Çile 2022
  • |
img

ENQERE - Li navçeya Altindag û Keçîorenê piştî girtina du nexweşxaneyên jinan, jin mecbûrî nexweşxaneyên bajêr tên kirin. Endama Komîsyona Tenduristiya Jinan a Odeya Bijîşkan a Enqereyê Bijîşk Ayşe Ûgûrlû, destnîşan kir ku bi vê re dê jin di warê xwegihandina tedawiyê de zehmetiyan bikişînin.

Piştî di sala 2019'an de Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê hatibû vekirin, 7 nexweşxaneyên li navendê hatibûn girtin. Her wiha di heman wextê de 13 polîklînîkên semtan jî hatibûn girtin. Li gor daxuyaniyên Wezrareta Tenduristiyê, ji sedî 59'ê Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê temam bûye û piştî nexweşxane bê vekirin dê 6 nexweşxaneyên li bajêr û 17 polîklînîkên semtan jî bên girtin. 
 
Ji van nexweşxaneyên ku dê bên girtin dudo jê nexweşxaneyên jinan e: Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Nexweşînên Jinan a Zubeyde Xanim a Etlîkê û Nexweşxaneya Welidandinê, Tenduristiya Zarokan û Nexweşînên Jinan a Dr. Samî Ûlûs e.
 
Ji ber vê dê jin û zarok nikaribin bi rihetî biçin nexweşxaneyê û dê mecbûrî nexweşxaneyên bajêr bên kirin. 
 
'PEREYEKÎ ME YÊ EM BIDIN RÊ TUNE YE'
 
Jina bi navê Sûltan ku li Nexweşxaneya Dr. Samî Ûlûs tedawî dibe got: "Mala min li vir e. Ger ev nexweşxane bê girtin em ê zehmetiyê bikişînin. Ez tim têm li vir tedawî dibim. Ez ê çawa biçim nexweşxaneya bajêr? Xwendin û nivîsandina min jî tune ye. Ez bi rê nizanim. Rewşa min jî xirab e. Pereyekî me yê ku em bidin rê tune ye. Ez naxwazim ev nexweşxane bê girtin." 
 
'ARMANCA WAN NE XIZMET E'
 
Jineke ku nexwest navê wê bê eşkerekirin jî got: "Ger ev nexweşxane bê girtin, dê gel pir zehmetiyê bikişîne. Bi taybetî jî zivistanê. Em ê di sermayê de çawa zarokan bibin nexweşxaneyê? Her du nexweşxaneyên bajar jî dûr in. Jixwe mirov bi zorê debara xwe dikin. Jineke ducanî dê çawa biçe nexweşxaneya bajêr? Hem maddî hem jî manewî em ê zehmetiyê bikişînin. Ez bang li rayedaran dikim, em naxwazin ev nexweşxane bên girtin." 
 
Aysel Bahtiyar a ku ji bo tedawiyê hatiye nexweşxaneyê jî got: "Hadê em bêjin bi şev tiştek bû, em ê çawa biçin beşa lezgîn, ê çawa be? Ez li texsiyê siwar bibim 100 TL ye. Ma 100 lîreyê me heye? Tu tişt di feqîran de nehiştine. Bila negirin, gelek kesên feqîr tên vê nexweşxaneyê." 
 
'DÊ XWEGIHANDINA TEDAWIYÊ ZEHMET BIBE'
 
Endama Komîsyona Tenduristiya Jinan a Odeya Bijîşkan a Enqereyê Bijîşk Ayşe Ûgûrlû jî anî ziman ku ji bo Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê ku hikûmetê ew dane şîrketên biyanî û xwecihî, dê du nexweşxaneyên jinan bên girtin. Ûgûrlû, destnîşan kir ku ger ev nexweşxane bên girtin dê jinên xizan ên herêmê di warê xwegihandina xizmeta tenduristiyê de zehmetiyê bikişînin û got: "Kesên vê herêmê piranî xizan in û penaber in. Bi vê re dê ev bên paşguhkirin. Dê jin di warê xwegihandina tedawiyê de zehmetiyê bikişînin." 
 
Ûgûrlû, destnîşan kir ku nexweşxaneyên bajêr ku hikûmet di çêkirina wan de israr dike dibin sedema ku di budçeya Tirkiyeyê de kêmasî rû bidin û got: "Îqtidara siyasî bi şirîkantiya xwe ya bi sermayeya global re, mafê xwegihandina tenduristiyê ya gel asteng dike. Pêdivî ne bi  nexweşxaneyên qerase û yên li derî bajêr, pêdivî bi nexweşxaneyên ku karibin xizmeta gel bikin û nêzîkî gel bin heye."