Gunay a HDP’î ji bo jinên girtî bang kir

  • jin
  • 15:52 8 Sibat 2022
  • |
img
WAN - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin û girtiyên nexweş li Wanê bi parêzeran re hat gel hev. Gunay, ji bo girtiyên jin banga piştevaniyê kir. 
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin û girtiyên nexweş, li Wanê bi parêzerên jin re hat gelhev. Civîna li Baroya Wanê hat lidarxistin de gelek parêzerên jin amade bûn. 
 
Ebrû Gunay bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: “Di şexsê Aysel Tûglûk de pirsgirêkên girtiyên nexweş pê re rû bi rû dimînin, bêhtir hate dîtin. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku girtîgeh veguherîne cihên mirinê, cihên kuştinên kiryarên nediyar.” Ebrû Gunay di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Çawa ku li derve em bi piştevaniya jinê, dikarin destkeftiyên xwe yên jinê biparêzin, li girtîgehan jî divê em piştgiriya jinan bikin, piştevaniyê xurt bikin.”
 
‘DI BINGEHA ZILMÊ DE TECRÎD HEYE’
 
Gunay, bi bîr xist ku piştî şewbê li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan zêde bûye û wiha domand: “Rojek nîne ku îşkence, kiryarên xerab û kuştin nebe. Tenê di nava du mehên dawî de bi dehan girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Hemû jî li hucreyên yek kesî, bi xemsarî û polîtîkayên dijminatiyê hatin kuştin. Ya li girtîgehan diqewime mirin nîne, hemû jî kuştin e. Di rewşeke wiha de pêwîstiya me pê heye ku bi taybetî li hevalên xwe yên li girtîgehê xwedî derkevin. Em zanin ku di bingeha vê zilmê de tecrîda li Îmraliyê heye. Em baş zanin ku sîstema tecrîdê li tevahiya girtîgehên li Tirkiyeyê hatiye belavkirin.”
 
‘EM Ê REWŞA GIRTIYAN ZÊDETIR BERBIÇAV BIKIN’
 
Gunay, destnîşan kir ku ji bo dengê girtiyên jin were bihîstin divê zêdetir di nava hewldanê de bin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji bo ku vê piştevaniyê bi hêz bikin me civîna xwe ya ewil li vir pêk anî. Di rojên pêşiya me de em li Stenbol, Enqere, Mêrsîn, Herêma Egeyê û Amedê civîna li dar bixin û vê rewşê zêdetir berbiçav bikin.”
 
Piştî axaftina Gunay civîn li çapemeniyê girtî berdewam kir.