Ji kujerê Dîlek Kaya re cezayê muebbeta giran hat xwestin

  • jin
  • 16:54 9 Sibat 2022
  • |
img
AMED - Dozger mutalaayza xwe ya derbarê binefserê kujer Yûsûf Çalişkan ku Dîlek Kaya kuştibû da û cezayê muebbeta giran jê re xwest.
 
Binefserê kujer Yûsûf Çalişkan (29) ku li 8'emîn Fermandariya Bargeha Jeta Sereke ya Amedê peywirdar bû, di 22'ê adara 2020'a de Dîlek Kaya (35) kuştibû. Danişîna doza ku ji sûcê "kuştina qestî" li binefserê kujer Yûsûf Çalişkan hatibû vekirin li 12'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Dozger, mutalaaya xwe pêşkêş kir û ji boı kujer Çalişkan cezayê muebbeta giran xwest.