Jinan bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkera kir

  • jin
  • 14:19 14 Sibat 2022
  • |
img
ENQERE - Jinên FKF’î, Tevgera Jinên Sosyalîst, Komeleya Jinên Pêşverû û Meclisên Jinan bi daxuyaniyeke hevpar starta bernameya xwe ya 8’ê Adarê dan. 
 
Jinên girêdayî Federasyona Raman (FKF), Tevgera Jinên Sosyaslîst, Komeleya Jinên Pêşverû û Meclisa Jinan, bernameya xwe ya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê aşkera kir. Têkildarî mijarê li Yekitiya Mûlkiyeyiyan daxuyanî hat dayîn û di daxuyaniyê de pankarta “Em ê tundî û kedxwariyê bi dawî bikin û azad bijîn” hatibû vekirin. Li ser navê jinan, ji Meclisa Jinan Funda Îçel axivî. 
 
Îçel da zanîn ku dê di 6’ê adarê saet di 17.00’an de bi dirûşma “Em ê tundî û kedxwariyê bi dawî bikin, azad û wekhev bijîn” li Qada Sakaryayê bin û wiha domand: “Di rojên qeyranê de jin neçarî xizaniyê tên kirin û tundiya li ser wan zêdetir dibe. Di bin navê ‘sererastkirina nefeqeyê’ de mafên hemdem ên jinan tên binpêkirin. Em her roj bi nûçeyên qetilkirina jinan dest bi rojê dikin. Dema ku jin dixwazin derheqê jiyana xwe de biryarê bidin, wê demê rastî tundiyê tên û tên qetilkirin. Qanûnên xwe pêk nayînin û bi polîtîkaya necezakirinê ve jî tundiya heyî tê rewakirin.” 
 
KIRYAR NAYÊN DARIZANDIN
 
Di berdewamê de jî Îçel diyar kir ku LGBTIQ+ weke hedef tên nîşandan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hema hema yek kiryarê van êrişan jî nayê dîtin û darizandin. Jinên neçarî koçberiyê bûyîn jî di navbera xizanî û tundiya qaçaxçiyên mirovan ve tên hiştin. Li rexekî cezayên giran didin jinên ku mafê xwe yê parastinê bi kar anî û li rexa din jî zilamên dest dirêjî û tundî kirin jî tên berdan. Em, hemû cureyên tundiyê yên li ser her qadeke jiyana xwe red dikin. Ji bo têkoşîna li dijî xizanî, kedxwarî û tundiyê û avakirina jiyaneke azad û wekhev em hatine cem hev. 8’ê Adarê dîroka têkoşîna jinan e. Ji bo ku êdî kedxwarî û tundî nebe, banga me ji bo her kesî ew e ku têkoşîna xwe mezintir bikin.”