Jin li cem Semra Guzel in

  • jin
  • 09:01 22 Sibat 2022
  • |
img

AMED - Jinan bertek nîşanî betalkirina destnedayîna parlementeriya Semra Guzel dan û gotin: "Dê bi ser nekevin, em ê tim kirdeya siyasê û jiyanê bin." 

Komîsyona Têkel a ji endamên Komîsyona Qanûna Bingehîn û Edaletê pêk tê, di 17'ê Sibatê de biryar da ku parlementeriya Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzelê bê betalkirin. Tê payîn ku biryara komîsyonê van rojan sewqî Desteya Giştî bê kirin. PIştî biryara Desteya Giştî dê aqûbeta parlementeriya Guzelê diyar bibe. Jinan biryara Komîsyona Têkel nirxandin û destnîşan kir ku li cem Guzelê ne. 
 
HEDEF TÊKOŞÎNA JIYANÊ YE
 
Endama Tevgera Jina Azad (TJA) Rozerîn Îldan, destnîşan kir ku ji zûde ye siyasetmedarên jin ên kurd bi van êrişan re rû bi rû ne. Îldan, anî ziman ku wêneyên Guzelê yên ku di sala 2014'an de bi Volkan Borayê PKK'yî re girtine ne sûc in û vê wekî "lîstikeke biçûk a siyasetê" nirxand. Îldan got: "Em bi gelek êrişan re rû bi rû ne. Armanca vê êrişa di şexsê Guzelê de, astengkirina têkoşîna jinê ye." 
 
Îldan, destnîşan kir ku li cem Guzelê ne û got: "Her êrişeke li ser wê têê wateya êrişeke li ser tevgera jinê. Lewma em vê êrişê şermezar dikin û qebûl nakin. Çi dikin bila bikin dê nikaribin bi ser bikevin. Em jin em ê tim kirdeya siyasetê û jiyanê bin. Em li vira ne." 
 
‘SÛCEK HEBE, EW JÎ YÊ DEWLETÊ YE'
 
Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn jî anî ziman ku Guzel bi salan e ji bo aştî, mirovahiyê û jinan têdikoşe. Tosûn, bilêv kir ku bi wêneyekî jinên kurd hedef tên girtin û got: "Ew wêne, rastiya jinên kurd e. Ev wêne, rastiya vî şerê bi salan e tê kirin." 
 
TIRSA ÎQTIDARÊ
 
Tosûn, diyar kir ku ew wêne tu sûcî di xwe de nahewîne û got: "Semra Guzel wekîla dilan e." Tosûn, bilêv kir ku Guzel bi vîna gel hatiye bijartin û got: "Em li cem hevala xwe ne û xwedî lêd erdikevin." 
 
Tosûn, anî ziman ku sedema van êrişên îqtidarê yên li ser jinên kurd, tirs e û got: "Ji lew re dizanin gava jinên kurd dakevin qadan dê aştî, wekhevî û aramî bê. Lewma li hemberî jinên kurd siyaseteke wisa qirêjî dikin." 
 
WEKÎLA GEL
 
Endama TJA'yê Evîn Yelboga jî destnîşan kir ku ew jin li dijî van êrişan li qadan e û dê tim li qadan bin. Yelboga, bilêv kir ku ji bo kesên îqtidarê yên bi kujerên jinan re wêneyên wan hene tişek nayê kirin û got: "Zilam lê dide, dewlet wî diparêze. Wekî din tu ravekirineke vê tune ye. Lê em ê di 8'ê Adarê de bersivan van êrişan hemûyan bidin."