Jinan ji girtiyên jin re qert şandin

  • jin
  • 16:19 28 Sibat 2022
  • |
img
DÊRSIM - Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Dêrsimê têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji girtiyên jin ên siyasî ku li girtîgehên cuda tên ragirtin re, qert şandin. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dêrsimê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de ji girtiyên jin ên siyasî re qert şandin. Jinan li ser qertên ku wêneyên xweza û cihên dîrokî yên Dêrsimê li ser hebûn, têkildarî 8’ê Adarê nivîs li ser nivîsandin. Jinan pişt re qertên ku amade kirin li postexaneya navenda bajêr bi awayekî komî ji jinên ku li girtîgehên cuda tên ragirtin re şandin.