Dayikên Aştiyê gazî jinan kirin ku tevli mitînga 8'ê Adarê bibin

  • jin
  • 14:47 2 Adar 2022
  • |
img
AMED - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Amedê têkildarî çalakiyên 8’ê Adarê gazî jinan kirin û gotin: "Bila jin serî rakin, çavên xwe vekin da ku dinya dengê me bibihîze”.
 
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Amedê ji bo beşdariya çalakî û şahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li avahiya xwe ya li navçeya Rezanê civîna çapemeniyê li dar xistin. Endama Meclisê Raîfe Ozbey li ser navê dayikan daxuyanî da. Ozbey bal kişand ser tundî û tahdeya li jinan tê kirin û wiha got: “Ji bo azadiyê, aştiyê û wekheviyê bila jin li Qada Îstasyona Amedê kom bibin. Bila kes li mala xwe nemîne û wê rojê li qadê bin."
 
'SERÎ RAKIN, ÇAVAN VEKIN'
 
Ozbey di berdewama axaftina xwe de qala giringiya yekbûna jinan kir û li ser giringiya yekbûna jinan sekinî û wiha got: "Bila jin serê xwe rakin, çavên xwe vekin da ku dinya dengê me bibihîze. Ji bo ku jin neyên kuştin, bila nekevin hefs û zîndanan, bila ewqas tahde û heqaret li wan neyê kirin. Divê jin li her derê, li her qadê serê xwe rakin, dengê xwe bilind bikin û bêjin jin jiyan azadî, aşti û wekhevî, em jin şer naxwazin, em aştiyê û jiyanekî bi rûmet dixwazin. Ji ber vê yekê em gazî jinan dikin ku di 8'ê Adarê werin Qada Îstasyonê û tevli mitînga jinan bibin."
 
Ozbey di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew dê îro bi boneya 8’ê Adarê ji jinên girtî re kart bişînin.