Jinan li pêşiya girtîgehê bang kir: Tecrîdê bi dawî bikin, girtiyan berdin

  • jin
  • 14:18 5 Adar 2022
  • |
img
ÎZMÎR - TJA, ANYAKAY-DER û EGE TUHAYDER’ê li pêşiya Girtîgeha Şakran a Alîogluyê daxuyaniyek dan û bal kişandin ser rewşa girtiyan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê tecrîd bi dawî bibe û girtîgeh bên valakirin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirîn ên Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên Egeyê re (EGE TUHAYDER) bi mebesta ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş ên jin, li pêşiya Kampûsa Girtîgeha Şakran Alîagayê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Dema şikandina tecrîdê û azadkirinê ye” hatibû vekirin. Her wiha beşdaran dowîzên “Tecrîd, sûcê li dijî mirovahiyê ye”, “Zimanê me rûmeta me ye” û “Berxwedana jinan dê faşîzmê hilweşîne” hatibû rakirin. Di daxuyaniyê de beşdaran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bila zindan bên valakirin, azadî ji girtiyan re” û “Aysel Tugluk bi tenê nîne” berz kirin. Li gel Dayikên Aştiyê, her wiha parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay jî di daxuyaniyê de amade bû. 
 
Li ser navê saziyan, Rêvebera EGE TUHAYDER’ê Leyla Kaygisiz daxuyanî xwend. Kaygisiz, diyar kir ku jinên li hemberî qirkirinê bi tu awayî ji jiyana azad tawîz nedayîn niha li girtîgehan li dijî zîhniyeta baviksalar têdikoşin. Kaygisiz, got ku zexta psîkolojîk, aborî, fîzîkî û tundiya zayendî ya ku niha li derve jinan tê kirin, li girtîgehan jî tê kirin û wiha domand: “Îşkenceya zayendî ya bi hovane li Garîbe Gezer hatibû kirin, berhema vê zîhniyetê ye. Dozgeriyê, derheqê lêpirsîna îşkenceya li Garîbe Gezer hatiye kirin biryara neşopandinê da. Hewl da dozê bigire. Em xwedî li têkoşîna Garîbe Gezer derdikevin û dibêjin ku li dijî qirkirina jinan in. Em, jin û civaka azad diparêzin.” 
 
SEPANÊN SÎSTEMATÎK 
 
Di berdewamê de Kaygisiz anî ziman ku sepanên keyfî yên li dijî jinan hêj berdewam in û ev agahî parve kirin: “Di sala 2021’an de 10 girtiyan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha nahêlin ku girtiyên nexweş bên dermankirin. Li hêla din jî gelek girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan hene. Bi hiqûqî dijminatiyê nêzî girtiyan dibin û serlêdanên wan tên redkirin. Di şexsê Aysel Tugluk de em dixwazin hemû girtiyên nexweş bên berdan. Em ê di her şert û mercan de têkoşîna jinan bidomînin. Her wiha banga me ji rayedaran ew e ku di demekî herî nêz de tecrîda li ser Ocalan rakin.” 
 
‘GIRTÎGEHAN VALA BIKIN’
 
Her wiha parlamenter Serpîl Kemalbay jî di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Tirkiye, veguheriye girtîgehê. Girtîgeh, bûne malên mirinê. Dema AKP bûyî desthilatdar, li Tirkiyeyê 50 hezar girtî hebûn. Lê di halê hazir de ev hejmar 5 qatî zêdetir bûye. Banga me bo dewletê ye ku her roj li vir edaletê dikuje; bela xwe ji girtiyên nexweş vekin û destê xwe ji Saziya Tipa Edlî (ATK) bikişînin. Bila zindan bên valakirin, azadî ji zindanan re.”