Başaran: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin

  • jin
  • 17:10 8 Adar 2022
  • |
img
AMED - Hevberdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran di mitînga 8’ê Adarê ya Amedê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Em ê bi sekna xwe ya qewîn tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin.” 
 
 
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) bi dirûşma “Dem dema azadiya jinan e”, li Qada Îstasyonê ya Amedê mitînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li dar xist. Bi hezaran jin beşdarî mitîngê bûn û mitîng bi hemû coşa xwe berdewam e. Di mitîngê de Koma Sorjiyan derket ser dikê û bi hezaran jin li ber stranên wan 8’ê Adar pîroz kirin. 
 
 
Di mitîngê de Endama Konfederasyona Sendîqayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Done Gevher Koyun axivî û da zanîn ku tevî hemû astengiyan jî jin li hemberî tundiya mêr-dewletê bi rengên xwe daketine qadan. Di dema axaftinê de gelek caran girseyê dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. 
 
 
‘JIN DÊ HETA DAWIYÊ TÊBIKOŞIN’
 
Piştre jî Hevberdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Başaran, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê niha li ser tevahiya civakê berbelav bûye û wiha domand: “Dixwazin bi hezaran hevalên me yên li girtîgehê bi tecrîdê tune bikin. Wekî her carê em dibêjin; li vê erdnîgariyê pirsgirêkek heye û navnîşana çareseriya vê pirsgirêkê jî Îmrali ye. Heta ku tecrîd bi dawî dibe, em jin dê têbikoşîn. Bi têkoşîna me dê tecrîd bi dawî bibe û deriyên Îmraliyê bên vekirin.” 
 
 
AYSEL TUGLUK SILAV ŞANDIN 
 
Bi domdarî Başaran qala rewşa girtiyên nexweş kir û got ku silavên siyasetmedara kurd Aysel Tugluk bo hemû jinan hebûn. Başaran, di şexsê Tugluk de silav ji hemû jinên girtî re şand û wiha pê de çû: “Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî hevalên me dibin. Di serî de Aysel Tugluk, heta hemû hevalên me azad dibin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Her wiha AKP-MHP dixwazin destkeftiyên jinan tune bikin. Lê em li vir bangî wan dikin; hûnê têk biçin û dê bi tu awayî nekarin destkeftiyên me tune bikin. Dê têkoşîna jinan, qesra wan bi serê wan de hilweşîne.”
 
 
Herî dawî jî Başaran bal kişand ser rakirina parêzbendiya parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel û diyar kir ku Guzel vîna gelê Amedê û jinan bû. Di dema axaftinê de girseyê dirûşma “Semra Guzel vîna me ye” berz kirin. 
 
Piştî axaftina Başaran, hunermend Ayfer Duzdaş derket ser dikê. Mitîng, bi stranan didome.