Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin

  • jin
  • 18:32 8 Adar 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Li Silopiyayê bi bi hezaran jinên ku tevli mitînga 8’ê Adarê bûn, bang kirin ku wê tecrîda li Îmraliyê bişkînin.  
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, ji aliyê Tevgara Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşmeya “Dem dema azadiya jinê ye” li Qada Newrozê mîtînga 8'ê Adarê bi girseyî dest pê kir.
 
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera Şirnexê Nûran Îmîr, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, TJA û bi hezaran jin tevli mitîngê bûn. Jinên ku bi kincên xwe yên kurdî tevlî mitîngê bûn, dirûşmeyên wekî “Dem, dema azadîya jinê ye”, “Jin jiyan azadî”, "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana zindanan" û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin.
 
Di serî de Parlementera HDP'ê Nûran Îmîr axivî. Îmîrê anî ziman ku tu hêz nikare pêşiya biryara jinê bigire û got: “Heta ku yekîtiya gelê kurd ava nebe azadî nayê vî welatî. Li dijî hemû şert û mercan divê yekîtiya neteweyî ya gelê kurd bê avakirin. Em jinên kurd amade ne di vî warî de erka xwe pêk bînin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê di şexsê jinên kurd de dijminatiya gelê kurd dike. Di rastiya xwe de dijminatiya têkoşîn û hebûna me dikin. Ev polîtîkayên dijmin tu carî encam negirtine û wê tu carî jî encam negirin. Jinên kurd ji bo aştiyê têdikoşin û wê bidomînin.”
 
‘AN AZADÎ AN AZADÎ'
 
 
Îmîrê, diyar kir ku yên têkoşîna gelê kurd înkar dikin wê negihêjin armancên xwe û wiha domand: “Yên ku destê birêz Ocalan ji bo aştî û azadiyê, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd negirin, mehkûmê têkçûnê ne. Li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê pergala tecrîdê tê meşandin. Di şexsê Ocalan de tecrîd li hemû girtîgehan hatiye belavkirin. Lê yên ku di tecrîdê de israr dikin jî gotinên demokrasiyê bi kar tînin. Behsa maf, hiqûq û edaletê dikin. Bila bizanibin ku di çavê raya giştî de tu qîmeta van nîqaşan nîne. Li vir tenê bi şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan edalet û demokrasî wê pêk bê. Em jin li hemberî van polîtîqayên qirêj ên desthilatdariyê tu carî çok danînin û em ê daneynin jî. An azadî, an azadî.”
 
'EM Ê GIRTÎGEHAN VALA BIKIN'
 
 
Pişt re Meral Daniş Beştaş a HDP’yî axivî. Beştaşê bi lêv kir ku li ser gelê kurd polîtîkayên qirêj tên meşandin û got: “Di vê sedsalê de jî jin ji ber perwerdehiya bi zimanê dayikê tên astengkirin. Bi vî awayî hesab dikin ku wê gelê kurd bê bêhn bihêlin. Em ji Botanê bang li kesên ku vî tiştî difikirin dikin; em sond dixwin ku em ê we bişînin, em ê bimînin. Li hemberî van polîtîkayên hikûmetê bi sedan hevalên me ketin zindanan. Îro doza Kobanê tê dîtin. Di çarçoveya vê dozê de Gulten Kişanak, Sabahat Tuncek, Ayla Akad Ata, Aysel Tugluk, Fîgen Yuksekdag û bi sedan hevalên me yên jin kirin girtîgehan. Jinên ku di girtîgehan de têkoşînê didin hezaran silav dişînin. Em ê bi hev re bibin dengê girtîgehan û di demek nêz de em ê hemû girtîgehan vala bikin.”
 
'EM Ê TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'
 
 
Beştaşê, destnîşan kir ku ji bo azadî û aştî neyê vî welatê bi salan e li Îmraliyê tecrîd tê meşandin û wiha dom kir: “Birêz Ocalan di her  axaftina xwe de diyar dike ku ew ê aştiyê bîne vê civakê. Dibêje ger maseyek were danîn dê di nava hefteyekê de vê pirsgirêkê çareser bike. Ji ber ku şer hem desthilatdarê dewlemend dike, hem jî dibe sedem ku hêza xwe biparêzin. Ji ber vê yekê em jî li dijî tecrîdê ne. Divê demildest tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û dengê wî bigihêje gel. Gel jî dixwaze bibe dengê Ocalan. Dengê Botanê îro gihîşt Enqereyê.”
 
PLATFORMA YEKÎTIYA JINÊN KURD: BILA 8'Ê ADARÊ BIBE WESÎLEYA YEKÎTIYÊ
 
Piştre peyama Platforma Yekitiya Jinên Kurd hat xwendin. Di peyamê de ev tişt hat gotin: 
 
“Em wek Platforma Yekitîya Jinên Kurd 8’ê Adarê bi rihê yekitiya jinên Kurd ên li her aliyê Kurdistanê pêşwazî dikin. Ji Rojava heya Rojhilat, Ji Bakur heya Başûr dengê jinên Kurd wê bibe sedem ku em di 8’î Adarê de banga yekitiya Jinên Kurd û gelê kurd zêdetir bikin.
 
 
Her gel li ser dîroka xwe, zimanê xwe û çanda xwe, xwe ava dike, bingeha yekitiyê, bi xwedîderketina nirxên dîrokî ziman û çanda xwe ye. Em jinên Kurd jî, bi zimanê xwe, bi çanda xwe û bi dîroka xwe serfiraz in. Û em bang li hemû jinên kurd dikin ku her yek ji me, em nefera axaftina zimanê xwe û jiyînkirina çanda xwe bin. Û em fikir û ramanê, ol û bawerîyên me yên cuda jî em biparêzin û di bin sîwana yekîtîya jinên kurd de kom bibin.
 
Em hêvî dikin ku 8’ê Adarê wê bibe sedema yekitiya jina Kurd û gelê Kurd. Bi van hêstan em 8’ê Adarê di serî de li jinê Kurd û hemu jinên cihanê rê pîroz dikin.”
 
Herî dawî peyama Yekîtiya Jinên Demokratîk a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) hat xwendin.
 
Piştî xwendina peyaman hunermend Xecê, Hediye û Koma Dengê Jinên Azad derketin ser dikê. Jinên Botanê bi cil û bergên rengîn bi tililî û stranan govend gerandin.
 
Mitîng bi berzkirina dirûşmeyên wekî “Bijî Berxwedana Jinan, “Biji berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.