Bi hezaran jin dest bi meşê kirin

  • jin
  • 19:28 8 Adar 2022
  • |
img
STENBOL - Bi hezaran jin ji bo Meşa Şevê ya Feminîst bi berzkirina dirûşmeya "Dê ev serîhildan neqede" li Taksîmê li hev kom bûn, dets bi meşê kirin.
 
Bi hezaran jin ji bo lidarxistina Meşa Şevê ya Feminîst a 20'an li Taksîmê li hev kom bûn. Jinên li Taksîmê dirûşmeyên wekî "Dê ev serîhildan neqede" û "Jin, jiyan, azadî" berz dikin, ji bo ber bi Kolana Siraselvîler a Taksîmê ve bimeşin li Kuçeya Telê û kolana Buyukparmak û Fîrûzagayê li hev kom bûn. 
 
Beriya hevdîtinê gelek rêyên ber bi Kolana Îstîklalê û Taksîmê ve diçin hatin girtin. Her wiha destûra çûna Kolana Îstiklalê jî nayê dayîn. 
 
JIN DEST BI MEŞÊ KIRIN
 
Tevî hemû astengiyên polîsan jî bi hezaran jin li gelek deveran li hev kom bûn û ber bi Kolana Siraselvîler ve dest bi meşê kirin.
 
Jinên li Kuçeya Telê li hev kom bûn pankarta li ser "Serîhildana Feminîst" nivîsandî vekirin û dest bi meşê kirin. Piştî 50 metreyî polîsan pêşiya wan birî. Jinan ev yek protesto kirin. Jinan navê jinên hatine qetilkirin yeko yeko bilêv kirin û gotin "serîhildan". 
 
'EM SERÎ NATEWÎNIN'
 
Jinên ku kincên rengîn li xwe kirin, bi pîspîsk û flamayên xwe yên rengîn tim dirûşmeyên wekî "Em ne şevan, ne kuçeyan ne jî qadan naterkînin", "Jin, jiyan, azadî", "Îsyan" û "Em bêdeng nabin, natirsin, em serî natewînin" berz kirin. 
 
Jinan bi dengekî hêla got "barîkatan rakin" û meşa xwe domandin. Piştî vê polîsan cardin mudaxile kir. Jinan jî ji polîsan re bi gotina "em natirsin, em serî natewînin" bersiva polîsan da. Piştî vê jinan berê xwe dan aliyekî din. 
 
Meşa jinan a ber bi Siraselvîlerê didome.
 
BARÎKAT XERA KIRIN
 
Polîsan êriş birin ser jinên ku li kuçeya Bakraç, Oba û Telê kom bûbûn. Polîsên ku bi gazê û fîşekên plastîk êriş birin ser jinan, nehiştin jin bimeşin. Lê jinan barîkatên li pêşiay wxe yeko yeko xera kirin û xwe gihandin Kolana Siraselvîlerê. 
 
Jin hê jî ber bi Kolana Siraselvîlerê ve tên. 
 
Jin tevî hemû astengî û barîkatên polîsan jî xwe gihandin Kolana Siraselvîlerê. Bi hezran jinên li Kolana siraselvîlerê ber bi Cîhangîrê ve meşiyan. Jinên li Cîhangîrê li ber ÎSPARK'ê li hev kom bûn, pankarta li ser "Em nikarin debara xwe bikin, serîhildana feminîst" nivîsandî li avahiay ÎSPARK'ê daliqandin. Jinan dirûşmeya "Bijî 8'ê Adarê, bijî têkoşîna me" berz kirin.
 
Jin hê li Kolana Cîhangîrê ne. 
 
'EM Ê CÎHANÊ BIGUHERÎNIN'
 
Paşê li vira li ser navê jinan daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku îdiaya jinan tenê ne pîrozkirina vê rojê ye, tenê ne serîrakirina li hemberî cihêkariya li dijî jina ye, tenê wekhevî ye û wiha hat gotin: "Em dixwazin cîhanê biguherînin. Heya cîhaneke feminîst neyê avakirin dê serîhildan û têkoşîna li van kuçeyan bidome. Êrişên li ser Peymana Stenbolê û 6284'an, pêşî li ber cinayetên jinan, tahdeya mêr û cinayetên trans vedike. Êdî em tehemûl nakin ku bi van êrişên bi tevkariya mêr-dewletê û patrîyarkayê kesek din ji me kêm bibe." 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kir ku dê jin nehêlin keda wan bê xwarin û îşaret bi domandina berxwedanê hat kirin. 
 
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em serî li ber kesên dixwazin bi tahdeyê dengê me û gotina me bitepisînin û li dadgehan bidarizînin natewînin. Em natirsin. Em ê tim li ber patrîyarkayê serî rakin. Em dibêjin; heya cîhaneke ji patrîyarkayê, kapîtalîzm, nîjadperestî, dagirkerî î şer, çewisandinên dîn, kedxwariyêx xalî û heya cîhaneke wkehev û azad neyê avakirin dê serîhildana feminîst neqede! Bijî têkoşîna me ya feminîst!" 
 
MEŞALE VÊXISTIN
 
Piştî daxuyaniyê jinan meşaşe vêxistin û dirûşmeyên wekî "Tu yê bi tenê nemeşî" û "Jin, jiyan, azadî" berz berz kirin û bi stran û tilîliyan govend gerandin.