Li Konyayê jinek hat kuştin

  • jin
  • 11:33 9 Adar 2022
  • |
img
ENQERE - Li Konyayê Marziye S. a ku dê ew û hevjînê xwe dev ji hev berdana ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin. 
 
Li navçeya Karatay a Konyayê Marziye S. ku dê ew û hevjînê xwe dev ji hev berdana ji aliyê hevjînê xwe Hamidullah N. ve hat kuştin. Êrişkar çû dikana kuaforê ya hevjîna xwe û êriş kir û wê birîndar kir. Êrişkar ji cihê bûyerê reviya. Tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û diyar kirin ku Marziye S., jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wê rakirin morga nexweşxaneya Bajêr a Konyayê. 
 
Faîl ango êrişkar ku ji bo tedawiyê çû nexweşxaneyê hat binçavkirin.