Li Silêmaniyê 'Şêwira jinên kurd' dest pê kir

  • jin
  • 12:00 12 Adar 2022
  • |
img

SILÊMANÎ - Şêwira jinên kurd bi tevlibûna gelek jinên kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê bi dirûşmeya "Qirkirina jinan bi dawî bikin" dest pê kir.

Bi pêşengtiya Komîsyona Jinan a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) û Yêkitiya Jinan a Kurdistanê şêwira jinên kurd bi beşdarbûna jinên kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê, bi dirûşmeya "Qirkirina jinan bi dawî bikin" li Hola Tawar a Silêmanî dest pê kir. Li salonê wêneyên jinên hatine qetilkirin hatin daliqandin. 
 
Destpêka şêwirê Seroka Yekîtiya Jinan a Kurdistanê Kafiya Silêman peyamek da û diyar kir ku sedemê esasî ya qetilkirina jinan sîstema serwerî ya mêr e. Silêman da zanîn ku ev sîstem jinan weke milkê mêr dibîne û got: “Sîstema serwer a mêr jin kuştin wek sûc nabîne. Li başûrê Kurdistanê qetilkirina jinê pir zêde bûye, ji ber ku azadiya jinê sînordar e.”
 
Pişt re jî Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê Zeyneb Mûrad jî peyamek da û got: “Li nava civaka Kurd de gotina jinê û mafê jinê pir hatiye piştguhkirin. Pirsgirêka esasî ya jinan parçebûn e. Bi têkoşîna jinê ya îro kiriye ku jinên Kurd li cîhanê bê nasîn. Dem dema azadiya jinê ye.”
 
LI SER REWŞA JINÊN KURD GUFTUGO 
 
Wê şêwira jinên kurd bi du rûniştina panelek bê birêvebirin. Rûniştina yekemîn a şêwirê wê bi moderatoriya Mijde Abbas Hîdayet ve were rêvebirin û wê ji Rojhilatê Kurdistanê Endama Komale Sirwa Nasirî li ser mijara ji aliyê yasayan ve tundiya li ser jinan û girtina jinan, ji Başûrê Kurdistanê Endama Yêkitiya Jinên Kurdistanê Şewbo Mistefa Eskerî li ser mijara di nasnameya jin de rola yasa û çandê, ji Bakurê Kurdistanê Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran li ser mijara di bin zextên siyasî de rewşa jinan raweste û nirxandinan bike.
 
Rûniştina duyemîn a şêwirê wê bi moderatoriya Sazyan Şehîd Talib ve were rêvebirin û wê di panela duyemîn a şêwira jinên kurd de Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ya li Başûrê Kurdistanê Evîn Siwîd mijara "Di bin dagirkeriyê de rewşa jinan", ji Şengalê Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sabîha Sebrî Îbrahîm jî mijara "Di roja me ya îro de rewşa jinên Ezidî" binirxîne. Piştî nirxandinan li ser mijarên hatine diyarkirin û bi giştî li ser rewşa jinan a li çar parçeyên Kurdistanê wê guftugo bê kirin.
 
Wê li ser têkoşîn û rewşa jinan kurtefîlmek jî bê nîşandan.