Şahidên Newrozên salên 90'î bi heman ruhî li benda Newroza îsal in

  • jin
  • 09:11 16 Adar 2022
  • |
img

STENBOL - Jinên şahidiya Newrozên salên 90'an kirine, niha bi ruhê berxwedêr ên wan salan amadekariya Newroza 2022'an dikin. 

Newroza Stenbolê îsal dê di 20'ê Adarm ku Qada Newrozê ya Yenîkapiyê bi dirûşmeya "Dema dema serkeftinê ye" bê pîrozkirin. Jinên şahidiya Newrozên salên 90'an kirine, bi kelecaneke mezin amadekariya Newroza îsal dikin. Jinan anî ziman ku bi wî ruhê Newroza salên 90'an amadekariya Newroza îsal a Stenbolê dikin û wê roja Newrozê li qadan bin. 
 
KIRAS Û FÎSTAN AMADE NE
 
Aslihan Aslan a 60 salî ku di sala 1993'yan de ji ber tahdeya dewletê koç kiriye û di sala 1991 û 1992'yan de bûye şahidê Newrozên Farqînê, niha bi heman kelecanê haziriya Newroza 2022'yan a Stenbolê dike. Aslan, destnîşan kir ku di demên ku cinayetên kiryar nediyar û tahde pir zêde bû jî Newroz pîroz kirine. 
 
Aslan, bilêv kir ku wekî her salê îsal jî bi hatina meha Adarê re dest bi haziriyên xwe yên Newrozê kirine û got: "Wekî her sal me îsal jî kiras û fîstanên xwe ji dolaban derxistin. Em kincên xwe heya roja Newrozê li quncikeke malê daldiqînin." 
 
AGIRÊ NEWROZÊ
 
Aslan ku bi hatina her Newrozê re Newrozên Amed û Farqînê tên bîra wê, got: "Berxwedan çarenûsa me ye. Di demên herî dijwar de jî agirê Newrozê hat vêxistin. Gava em ji axa xwe hatin koçberkirin jî me tim agirê Newrozê vêxist. Newroz ji bo em rojeke pîroz e. Lewma em li ku derê bin jî teqez divê em Newrozê pîroz bikin. Newroz ji bo gelê kurd serhildan e, hêvî ye. Kurd êş û azarên xwe bi agirê newrozê vediguherînin coş û serhildanê. Em ê di Newroza îsal de ji bo azadiya Ocalan û gelê kurd biqîrin. Ez bang li hemû gelan dikim ku bibin dengê vê coş û berxwedanê." 
 
XEYALA WÊ LI GUNDÊ XWE AGIRÊ NEWROZÊ GEŞ BIKE
 
Pîroze Orper a 60 salî jî şyek ji şahidên Newrozên Şirnexê ye. Orper ku 20 sal ber ji ber ferzkirina cerdevantiyê ji gunê Çeman ê Qilebanê koç kiriye, 20 sal in nikare biçe gundê xwe. Xeyala herî mezin a Orperê bidawîbûna zextên li ser kurdan û li gundê xwe geşkirina agirê Newrozê ye. 
 
Orper ku tevli newroza 1992'yan a Şirnexê bûye, bibîr xist ku wan salan gelek kurd hatine qetilkirin. Orper got: "Kes nikare Newroza me qedexe bike. Zext û zorî çi dibûn bila bûbûna, me her tim Newroz pîroz dikir. Di sala 1992'yan de jî qedexe bû, lê em şeveqê zû rabûn me kincên xwe li xwe kirin. Em bi tilîliyan û stranan çûn qadê. Polîsan mudaxile kir û gelek eks hatin qetilkirin, hatin derbkirin û binçavkirin. Lê ji ber ku me li ber xwe da, dewlet mecbûr ma em Newrozê pîroz bikin." 
 
'EM DIBIN RUHEK'
 
Oper, anî ziman ku amadekariyên Newroza 2022'yan dike û got: "Em beriya Newrozê bi hefteyekê kincên xwe yên neteweyî dibin cem terzî. Em pûşiyên xwe ûtî dikin. Em berzendikên xwe yên kesk û sor û zer dihûnin û kincên neteweyî yên zarokên xwe didirûn. Em sibeha Newrozê zû radibin û zar û zêç tevde haziriyên xwe dikin. Em tev cîranên xwe li wesayîtan siwr dibin û bi stran û tilîliyan berê xwe didin qada Newrozê. Li qadê he rkes alîkariya hev du dike. Em di Newrozê de dibin ruhek." 
 
AZADIYA OCALAN
 
Orper, destnîşan kir ku dê li qada Newrozê ji bo azadiya Ocalan biqîrin û got: "Ez dixwazim Rêberê me yê ku kir gelê kurd xwe nas bike azad bibe. Beriya her tiştî divê tecrîda li ser Rêberê me bi dawî bibe. Her wiha divê gelê kurd jî bibe yek. Em dixwazin xeberê ji Ocalan bigirin. Em dixwazin parêzerên wî û malbata wî biçe cem wî. Em dixwazin girtiyên siyasî jî bên berdan." 
 
BERXWEDAN
 
Şîrîn Zeyrek a 45 salî jî ku şahidê Newroza 1992'yan a Şirnexê ye, anî ziman ku 25 sal berê hatine vira. Zeyrek, diyar kir ku tevî hemû astengî û qedexeyan jî her sal Newrozê pîroz dikin. Zeyrek, bilêv kir ku Newrozên salên 90'an bi rojan dewam dikirin û got: "Me heya sibehê agir vêdixist. Me xwe di ser agir re diavêt û kilam digotin. Newroz, bi kesên ku agir berdan bedena xwe watedartir bû." 
 
Zeyrek got: "Em divê xwedî li vê mîrateyê derkevin û bigihînin nifşên nû. Berxwedana me ya îsal divê ji bo azadiya Rêberê me be." 
 
MA/ Esra Solîn Dal