Banga ji bo saziyên navnetewî: Tiştên ku tên serê jinên Efrînê bibînin

  • jin
  • 10:46 17 Adar 2022
  • |
img
RIHA - Endama Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Naylê Mihemed diyar kir ku ji sala 2018’an ve li herêma Efrînê herî kêm 71 jin hatine qetilkirin û 82 jin bi tecawizê re rûbirû hatine hiştin û tenê di van 2 mehên dawî de 12 jin hatine revandin. 
 
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê bîlançoya 2 mehên dawî ya sûcên li dijî jinan ên li Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê ve hatine kirin, eşker kir. Di raporê de hat parvekirin, rêxistinên ku Tirkiye destekê dide wan 2 jê zarok 4 jin qetil kirin û 12 jin jî revandin. Hat diyarkirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane Ezîze Îbrahîm (41), Semîre Elwan (3), Fatme Elwan (9) û jineke ku navê wê nehat hînbûn. Nav û cihên jinên hatine revandin wiha ne: “Rohat Îbo (24), Nisrîn Mihemed ji gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta, Weqas (30), zarokê bi navê Kewkeb Elî ji Cindirêsê û Xeyriyê Mihemed Musa (40), Xedîce Osa ji gundê Qitmê yê navçeya Şera, Asya Ehmed Heyder û Firyal Hesen Hesen (52) ji navenda Efrînê, Mûne El-Mekrûm (45) ji gundê Dêrsiwanê yê navçeya Şera, Asya Hisên Mûsa (60) ji gundê Qude yê navçeya Raco. 60), Hêvî Mihemed Elî (18).” 
 
Endama Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Naylê Mihemed zext û komkujiyên li ser jinan ku ji 20’ê Çileya 2018’an ve li Efrînê diqewimin ji ajansa me re nirxand. 
 
EWIL JIN DIBIN HEDEF 
 
Mihemed destnîşan kir ku Efrîn beriya êriş û dagirkeriyê bajarê "aştiyê" bû û gelên li bajêr di nava aramiyê de dijiyan û got: "Ji ber vê yekê Tirkiye her tim xwest êrişî Efrînê bike. Piştî dagirkirina Efrînê, destpêkê êrişên li dijî jinan dest pê kir û hê jî ev êriş dewam dikin."
 
ZEWACA DI TEMENÊ ZAROKATIYÊ DE 
 
Mihemed diyar kir ku jinên li Efrînê dimînin bi metirsiya revandin, kuştin û şîdetê re rû bi rû ne û got: “Dixwazin jinên Efrînê koç bikin. Hin malbat ji bo ku zarokên xwe biparêzin, di temenê biçûk de dizewicînin. Malbat serî li van rêbazan didin. Gelek ji wan rastî îşkenceyê tên. Jin nikarin li Efrînê bi rehetî jiyana xwe bidomînin. Jin nikarin ji malê derkevin, ev jin di bin zexta dewleta Tirk û çeteyên wê de ne, jin dema dixwazin derkevin derve dikarin bi mêrekî ji malbata xwe re derkevin derve, beriya dagirkeriyê tiştek wiha nebû û piştî dagirkeriyê ev guhertin pêk hatin.” 
 
71 JIN HATINE QETILKIRIN 
 
Mihemed binpêkirinên ji sala 2018'an ve heta niha tespît kirine jî wiha rêz kir: “Ji roja dagirkeriyê dest pê kiriye heta niha, ji hezarî zêdetir jin hatin revandin. Herî kêm 82 jin bi tecawizê re rûbirû man, 6 jinan întîhar kiriye, 71 jin hatine kuştin. 216 jin di êrişên dagirkeryê de birîndar bûne. Ev reqamên gelek mezin in. Ev delîl nîşan didin ku ka jin çawa li Efrînê dijîn. Em dizanin ku hejmar ji van hejmaran zêdetir in. Bi sedan jin an di hepsê de an jî di destên çeteyan de ne.” 
 
Mihemed da zanîn ku li dijî welatiyên Efrînê êriş berdewam dikin û got: “Armanca Tirkiyê û çeteyên wê ew e ku kurdan ji Efrînê derxin. Dixwazin demografî, çand û xwezaya Efrînê biguherînin û bi Tirkiyê ve girê bidin.” 
 
JI BO VEGERÊ TÊDIKOŞIN 
 
Mihemed destnîşan kir ku xelkê Efrînê ku piştî êrişên Tirkiyê û grûbên bi ser wê ve li Şehbayê bicih bûne yekane daxwaza wan ew e vegerin Efrînê û wiha got: “Ji ber vê yekê jinan li her derî xwe birêxistin kirin. Li Şehbayê di pêşengiya jinan de berxwedanek ezamet heye. Ji bo ku jin vegerin Efrînê têkoşînek ezamet didin. Ji bo vegerê xebat tên kirin.” 
 
GAZÎ SAZIYÊN NAVNETEWÎ KIR 
 
Mihemed gazî saziyên jinan ên navdewletî kir û got: “Divê rêxistinên hiqûqê, saziyên navdewletî û saziyên ji mafê mirovan berpirsiyar in xwedî li jinên di bin zextan de ne derkevin. Pêwîste jinên bi tundî û tecawiza Tirkiyê û grûbên wê rûbirû dimînin rizgar bikin. Bila mafê jinan û zarokan biparêzin. Ji bo vê rewşa neheq bibînin divê werin kampan û Efrînê lêkolînan bikin. Lewma em her kesî vedixwînin kampan û Efrînê. Em dixwazin li dijî van neheqiyan dengê xwe derxin. Em dixwazin Tirkiyê û çeteyên wê ji ber van sûcên ku dikin bidarizînin.” 
 
MA / Mujdat Can