Jinên endamên Malên Gel: Em ji bo 8'ê Adarê amade ne

  • jin
  • 09:24 1 Adar 2018
  • |
img

KOCAELÎ - Endama Malên Gel Zeynep Çelîk, destnîşan kir ku tevî hemû çewisandin û binçavkirinên li hemberî wan jî, ew ê bi berxwedan û têkoşînê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêşwazî bikin û got: "Em ê di 8'ê Adarê de nîşan bidin ku em dev ji mafên xwe û têkoşîna xwe bernadin." 

Jinên endamên Malên gel, tevî hemû çewisandin, binçavkirin û qedexeyan jî ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê amadekariyên xwe dikin. Endama Şaxa Mala Gel a Kocaeliyê Zeynep Çelîk, diyar kir ku ew ê bi berxwedan û têkoşînê 8'ê Adarê pêşwazî bikin. 
 
Çelîk, destnîşan kir ku sala çûyîn di 8'ê Adarê de gelek jin hatin binçavkirin, lê belê piştî van çewisandinan wan bi awayekî hêzdartir riya xwe domandiye. Çelîk diyar kir ku dîktatoriya yekzilamî xwe li ser asasên paşverûtiyê ava dike û herî zêde jî vê paşverûtiyê li ser jinan ferz dike. Çelîk bi lêv kir ku jinan li hemberî vê ferzkirinê nîqaşên laîkbûyînê dane destpêkirin û dest bi xwedîderketina li mafên xwe kirine û ji bo vê yekê jî daketine kuçeyan. 
 
'REWŞA AWARTE LI DIJÎ JINAN HAT BIKARANÎN' 
 
Çelîk destnîşan kir ku îktîdar jinan wekî tehdît dibîne û got: "Jin bi bangekê bi awayekî girseyî xwe birêxistin dikin û dadikevin kuçeyan. Vîdeoyeke li ser înternetê tê weşandin jî jinan dadixîne kuçeyan. Îktîdara ku vê vîna jinan wekî tehdîtê dibîne, Rewşa Awarte herî zêde li hemberî jinan bi kar tîne. Îktîdar bi qanûnên ku derdixîne, bi KHK'yan hewl dide rê li ber têkoşîna jinan bigire. Lê jin hingî bi şideta dewletê re rû bi rû man, hînî berxwedanê bûn." 
 
Çelîk binçavkirina hevserokên wan û endamên wan jî nirxand û vê yekê wekî darbeyê wesifand. Çelîk got: "Tu hêz nikare rê li ber vîna jinan bigire. Vîna jinan qadeke ku dikare îktîdarê birûxîne û welatekî nû biafirîne." 
 
'EM LI KUÇEYA NE' 
 
Herî dawî Çelîk got: "Tevî hemû qedexeyan jî em ê li kuçeyan bin, em ê di 8'ê Adarê de nîşan bidin ku em dev ji mafên xwe û têkoşîna xwe bernadin. Wekî salên borî, em ê îsal jî 8'ê Adarê bi berxwedan û têkoşînê pêşwazî bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li 8'ê Adarê derkevin." 
 
MA / Elif Çetiner