Li Afganîstanê jinan bi awayekî sembolîk Newroz pîroz kirin

  • jin
  • 14:24 22 Adar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li bajarê Daikundi yê Afganîstanê bi awayekî sembolîk Newroz pîroz kirin. 
 
Jinan li Afganîstana ku Talîban pîrozbahiyên Newrozê yên girseyî lê qedexe kirin, bi peyameke şermezarkirinê Newroz pîroz kirin. Li gorî nûçeya Nûjinhayê jinên ku bi sênîkên vala ku bi awayekî sembolîk li ser maseyên vala bi cih kirin, xizanî şermezar kirin, pirtûk û pênûs diyarî hev kirin. Jinên aktîvîst di pîrozbahiyan de mesnewî xwendin, peyam, daxwazî û nîşeyên protestoyî kirin sênîkên vala de. 
 
Yek ji organîzatora çalakiyê Navîdeh Horasanî wiha got: “Jinên Afgan li gelemperiyê welat bi awayekî sembolîk Newroz pîroz kirin. Esas di çanda me de her sal Newroz bi hişmet tê pîrozkirin. Lê mixabin gelê Afganîstanê xwedî aboriyeke baş nîne û em jî ne di wê rewşê de ne ku bi awayekî bihişmet pîroz bikin. Li gorî kevneşopiyên me dibe sifreyên me tejî bin lê me xwest ku sifreyên xwe bi peyaman tejî bikin. Ji ber ku em dizanin gelê Afgan û jinên Afgan weke her sal vê Newrozê di nava bereketê de derbas nake. Me jî xwest asta xizaniya em di nav de ne nîşan bidin.”