Rêxistinên jinan: Polîsan gef li malbatên jinên tevli çalakiyên 8’ê Adarê bûne xwar

  • jin
  • 15:55 26 Adar 2022
  • |
img
ENQERE - Hat ragihandin ku polîs li malbatên jinên tevli çalakiyên 8’ê Adarê bûne geriyane û gef li wan xwarin e. 
 
Li Enqereyê rêxistinên jinan û femînistên serbixwe di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de çalakî li dar xistibûn. Rêxistinên jinan û femînistan diyar kir ku polîs li malbatên jinên tevli çalakiyên 8’ê Adarê bûne û derbarê vê yekê de li Mor Mekan civîna çapemeniyê li dar xistin. Hale Baydîllî di civînê de axivî û destnîşan kir ku Midûriyeta Polîsan a Enqereyê li malbatên gelek jinên tevli çalakiyên wan bûne geriyane û gef li wan xwarine û dixwazin bi destê dewletê zext û tundiyê li ser jinan bikin. Baydîllî got dê gef û tundiya polîsan dê nikaribe çalakî û têkoşîna jinan asteng bike. 
 
Endama Tora Parastina Jinan Aysun Gençtanir jî destnîaşn kir ku armanca vê sepana polîsan ew e ku têkoşîn û berxwedana jinan were tepisandin û lê wê ev gef nikaribin wan rawestînin û dê têkoşîna xwe berdewam bikin. 
 
Endama Partiya Karkeran a Tirkiyê Ece Turkozu û Latîfe Kahya ya ji Femîstinên Serbixwe jî axivîn û gotin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.